Fransa: Divê şerê li Yemenê biqede

Seroka Fermandariya Giştî ya Artêşa Fransayê Florence Parly diyar kir, şerê ku Siûdî Erebistan li Yemenê dike ew ê negihêje tu encamê û divê ev şer biqede.

Seroka Fermandariya Giştî ya Artêşa Fransayê Florence Parly ji BFM TV’yê re axivî û got, ku şerê li Yemenê rê li ber ‘krîzeke mirovayatiyê ya giran’ vedike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji Adara 2015’an ve li Yemenê ji ber şer 10 hezar kes mirine û ev şer rê li ber krîzeke mirovayetiyê ya giran vedike.

Partly got ku, “Ew dem hatiye ku ev şer were sekinandin û divê alîkariya mirovane jî were kirin a ku Fransa jî dixwaze beriya her tiştî ew pêk were. Di heman demê de ji bo ku li Neteweyên Yekbûyî çareseriyeke siyasî were kirin, em zextan dikin. Ji ber ku vê rewşa leşkerî ew ê negihêje tu encamê.”

Siûdî Erebistan tê sûcdarkirin ku li Yemenê sivîlan dike hedef û sûcên şer dike. Fransa jî di gelek waran de bi Siûdî Erebistanê re dixebite.

Seroka Fermandariya Giştî ya Artêşa Fransayê Parly got, “Berê Fransayê hin çek firotibû Siûdî Erebistanê û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî. Lê bi qasî ku dizanin çekên me li dijî kesên sivîl nehatine bikaranîn.”

Parly diyar kir ku 20 sal berê Fransayê çek firotine Siûdî Erebistanê û di warê firotina çekan de ‘bi pîvan’ tevgeriyaye.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî wesayîtên zirxî, alavên balefiran ên ji bo diyarkirina hedefan û tankên ku Fransayê firotine, li Yemenê hatine bikaranîn.

Têkiliya Fransayê ya bi Siûdî Erebistanê re ne bi tenê ev e. Bi taybetî di warê qada bazirganiyê de hevkariyeke mezin heye. Qala piştgiriya di vî warî de nayê kirin.