Fînlandiya û Swêdê serlêdana xwe ya tevlêbûna NATO’yê şand

Fînlandiya û Swêde ji bo ketina nav NATO’yê bi fermî sêrlêdan kirin. Kremlîn ragihand ku tevlêbûna NATO’yê ya Fîndandiyayê wê bibe gefek ji bo Rûsyayê. Pêvajoya endamtiyê dibe ku salekê biajo û divê heq ji îtîrazên Tirkiyeyê bihê derketin.

Welatên sereke yên Îskandînawiyayê; Fînlandiya û Swêd, roja Çarşemiyê ji bo tevlêbûna Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) bi fermî serlêdan kirin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, di daxuyaniya ji çapemeniyê re dayî de ragihand ku NATO’yê serlêdan bi fermî qebûl kirine.

Stoltenberg di daxuyaniya piştî girtina nameyên serlêdanê yên sefîrên her du welatên Îskandînawiyayê da rojnamevanan de wiha got: “Daxwaza tevlêbûna NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Hûn hevkarên me yên yekser in.”

Efserekî Rêxistina Îstixbarata Parastinê yê berê û nivîskarê “Pirtûka Berserî ya Pûtîn: Planê Veşarî yê Têkbirina DYE’yê yê Rûsyayê” Rebekah Koffler li ser serlêdana ji bo tevlêbûna NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê wiha axivî: “NATO, wê teqez serlêdana endamtiyê ya Fînlandiya û Swêdê erê bike. Bi vê yekê, li Ewropaya Bakur wê hêza hevsengiyê ya di navbera Rûsya û Rojava de ji binî ve di berjewendiya tifaqê de biguherîne, lê belê fuzeya Îskender a Rûsyayê ya kapasîteya xwe ya nukleerê heyî, gefeke cidî ye ji bo hêzên NATO’yê.”

NATO DIXWAZE SWÊD Û FÎNDLANDIYAYÊ ZÛTIR BIKE ENDAMÊN XWE

30 welatên endamên NATO’yê ne we niha li sêrlêdanan binihêrin. Tevî ku Serokkomarê dewleta Tirk

Erdogan, di der heqê tevlêbûna welatên Îskandînawyayê de îtirazên xwe anîn ziman, tê payîn ku pêvajo du hefteyan dewam bike.

Erdogan îdia dike ku Swêd û welatên din ên Îskandînawyayê piştgiriya Kurdan û hêzên muxalif dikin û li ber tevlêbûna wan radibe.

Erdogan di axaftineke xwe li Stenbolê de wiha gotibû: “Em geşedanên têkildarê Swêd û Fînlandiyayê dişopînin, lê em erênî nahizirin.”

Fînlandiya û Swêd heke heq ji îtirazên Erdogan derkevin, dibe ku di nav çend hefteyan de bibin endam. Pêvajo bi giştî salek dewam bike jî, NATO ji ber gefên Rûsyayê dixwaze zûtir tevbigere.

KREMLÎN: JI BO RÛSYAYÊ GEF E

Kremlînê hişyar kir ku tevlêbûna Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê xetere ye ji bo Rûsyayê û heke tifaq berdewam bike, ew ê serikên şer ên nukleerê li sînorê Fînlandiyayê bi cih bikin.

Lê Wezîrê Karên Derve Sergeî Lavrov piştre got ku tevlêbûna NATO’yê ya cîranên Rûsan ji bo wan wê zêde ferq neke.

Elmanya û DYE, jixwe ji bo parastina Fînlandiya û Swêdê ji êrîşkariya Rûsan peymanên xwe hene.

Swêd 2 sed sal in ku xwe ji tifaqên leşkerî dûr digire. Fînlandiyayê di Şerê Cîhanê yê 2’yan de, piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetan nebû aliyê tu welatî.

Sînorê Fînlandiyayê bi Rûsyayê re 830 mîl angu zêdeyê 130 kîlometreyan e.