Fînlandiya û Swêd şandeyekê dişînin Enqereyê

Fînlandiya û Swêd ên ku dewleta Tirk gefa vetokirina endamtiya NATO’yê li wan dixwe, wê roja Çarşemê şandeyekê bişînin Enqereyê.

Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavîsto ragihand ku welatê wî û Swêd ji bo çareserkirina dijberiya Tirkiyê wê şandeyên xwe bişînin Enqerê.

Haavîsto di panela Forûma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê de axivî û got, “Em fêm dikin ku Tirkiye ji ber terorîzmê hin fikarên xwe yên ewlehiyê hene.”

Haavîsto wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Dibe ku hin pirsgirêk rasterast ne bi Fînlandiya û Swêdê ve girêdayî bin, lê dibe ku bi endamên din ên NATO’yê re jî têkildar be.”

Dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe yên fermî de diyar dike ku ew ji ber dijminatiya Kurdan naxwazin Swêd û Fînlandiya tevlî NATO’yê bibin. Daxwaza radestkirina gelek kesên ji herdu welatan dike ku di nava wan de nivîskar û weşanger Ragip Zarakolû û parlementera Swêdî Amîneh Kakabaveh hene.

Dewleta Tirk roja Duşemê 5 şert danîn. Di nav van de ya sereke rakirina rakirina pêkanînên Swêdê yên li dijî Tirkiyê, di nav de ambargoya çekan û rawestandina piştgiriya ji bo Kurdan heye. Her wiha tê gotin ku dewleta Tirk bi vê şantajê dixwaze ji DYE’yê balafirên şer bikire.