Fînlandiya deriyê dawî yê ser sînorê Rûsyayê girt

Fînlandiyayê ku Moskovayê bi organîzekirina pêla koçberiyê tawanbar kir, ragihand ku ew ê deriyê sînor ê dawî bigire.

Wezîra Karên Navxweyî Marî Rantanen di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wê noqteyên ser sînor ên li bakurê welêt wê şeva Çarşemê destpê bike heta 13’ê Kanûnê girtî be.

Serokwezîrê Fînlandiyayê Petterî Orpo hişyarî dabû ku eger Moskova şandina koçberên bêbelge berdewam bike, Fînlandiya amade ye deriyê xwe yê dawî yê sînorî bi Rûsyayê re bigire.

Li gorî Helsînkî, ji meha Tebaxê û vir ve derdora 800 koçberên neqanûnî ku piraniya wan ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê ne, gihîştine sînorê Fînlandiya û Rûsyayê. Ev jî hikûmeta Fînlandiyayê dixe nava fikaran.