Fîlîstîniyan ji bo boykotkirina edaleta leşkerî ya Îsraîlê bang kirin
Fîlîstîniyan bang kirin, ku roja Yekşemê dadgehên leşkerî yên Îsraîlê werin boykotkirin.
Fîlîstîniyan bang kirin, ku roja Yekşemê dadgehên leşkerî yên Îsraîlê werin boykotkirin.
Rêveberê saziya ku di bin sîwana Rêveberiya Fîlîstînê de j bo Fîlîstîniyên ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin hat avakirin Îsa Karak da xuyakirin, ku dadgeha leşkerî ya Îsraîlê 'durû' ye.
Dadgehên leşkerî yên Îsraîlê, li ser xaka Fîlîstînê ya hatiye dagirkirin, yekane saziya darizandinê ye.
Karak li bajarê Ramallah ê Şerîa Rojava civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Divê biryarên zehmet ên weke îsyan, bêîteatî û boykotkirina dadgehên Îsraîlê werin girtin."
Şerî Rojava ev nîv sed sal e, ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.
Karak bibîr xist, van dadgehên leşkerî beriya niha bi demeke kurt, leşkerekî bi navê Elor Azarîa yê ku Fîlîstîniyek kuşt, bi 18 mehan cezayê girtîgehê mehkûm kir. Karak anî ziman, heman dadgehê, zarokekî Fîlîstînî yê hewl da bi kêrê êrîş bike, bi 12 mehan cezayê girtîgehê mehkûm kiriye.
Karak got, "Divê dadgehên bi vî rengî werin boykotkirin" û cezayê li Mervan Bargûtî hat birîn, bibîr xist.
Bargûtî piştî hiştina 32 salan a di girtîgehê de, di sala 2011'an de tevî hezar girtiyên Fîlîstînî hatibû berdan. Ev berdan, di berdêla berdana leşkerî Îsraîlî Gîlat Shalît ê pênc salan di destê Hamasê de bû, hatibû kirin.
Dadgehê Çarşem a bihurî, careke din cezayê girtina heta bi hetayê li Bargûtî birî.
Rêveberê Kulûba Girtiyên Fîlîstînî Kadûra Faris jî destnîşan kir, ku divê Fîlîstînî dest bi boykotê bikin. Li gorî vê saziya ku 7 hezar girtiyên Fîlîstînî diparêze, ji sala 2011'an û vir ve 85 kes ji nû ve hatin girtin û li 65 ji van kesan, cezayê girtina heta bi hetayê hat birîn.