Fermandarê Zêrevanên Şoreşê ji bo Siûdiyan got 'dewleta terorîst'

Fermandarê Zêrêvanên Şoreşê yên Îranê Muhammed Alî Caferî, ji rikberê herî mezin ê Îranê yê li herêmê re got, 'dewleta terorîst'. 

Ev daxuyanî di demeke wiha de hate dayin ku di navbera Siûdî û Îranê de gelemşeyên giran hene.

Alî Caferî ev 10 sal in li ser Zêrevanê Şoreşê ye. Peywira wî piştî bi demekê wê biqede. Caferî di dema axaftinê de got dema wî ya peywirê heta sala 2020’an hatiye dirêjkirin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Fars û Tasnîmê Caferî li dijî Siûdî gotinên hişk kirine.

Caferî di civînê de, ku civîn bi endamê Zêrevanên Şoreşê yên Îranê re pêk hatibû, got, "Niha Siûdî li herêmê bûne dewleteke terorîst."

Caferî her wiha got, "Îro li herêmê tenê dewletên ku têra xwe xurt in wê di ewlehiyê de bimînin."

General Caferî yê 59 salî, 2007’an ji hêla lîderê dînî Alî Hamaney ve hate ser Zêrevanên Şoreşê.

Li gorî pisporên rojavayî endamên Zêrevanên Şoreşê 125 hezar kes in û ev artêşa bi dispîlîn xwedî tîmên taybet in.

Her wiha bandoreke mezin a Zêrevanên Şoreşê li ser aboriya Îranê heye.

Zêrevanên Şoreşê ku amûre sereke ya zextê ya rejîma Îranê ye, ji hêla DYA’yê ve bi terorîzmê tê tawanbarkirin û her wiha tê tawanbarkirin ku aramiya herêmê tev dide.