Eyaletên Kanadayê li ber baca karbon rabûn

Hin eyaletên Kanadayê li dijî baca karbonê bûn yek ku hikumet hewl dide bixe meriyetê.

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû ji bo belavkirina gaza serayê kêm bike, bacê li ser karbonê ferz dike. Eyaletên Saskatchewan û Ontarîo li dijî baca karbonê ketin nava liv û tevgerê. Hikumetên her du eyaletan îdîa kirin ku baca karboyê 'zerarê dide aboriyê' û diyar kirin ku ew li dijî qanûnê bûne yek.

Serokwezîrê Eyaleta Ontarîoyê Doûg Ford îdîa kir ku eyaleta herî dewlemend a welatê zerarê ji bacê dibîne. Li eyaleta Saskatchewanê jî ku bi qasî Fransayê mezin e, lê tenê milyonek mirov lê dijîn, qanûna li ser mijarê meha Nîsanê biribû ber destê dadgeryê.

Li gorî baca karbonê ku hikumeta federal a bi pêşengiya Jûstîn Trûdeaû xist meriyetê, ji her şîrketê di berdêla tonek karbonê de 10 dolarên Kanadayê tê girtin. Tê plankirin ku ev yek di sala 2022'an de serê her tonek karbon bibe 50 dolarên Kanadayê.

Baca karbonê ku diviyabû heta niha ji aliyê eyaletan ve bi cih bihata anîn, wê ji meha Îlonê ve bibe mecbûrî.