Ewropayê Brexît heta 31'ê Çileya 2020'î taloq kir

Yekîtiya Ewropayê qebûl kir ku pêvajoya derketina Îngilistanê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) heta dema 31'ê Çileya 2020'î bê taloqkirin.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk diyar kir ku 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê qebûl kirine ku Brexît bê taloqkirin.

Tûsk di ser Twîtterê re ragihand ku Brexît heta 31'ê Çileya 2020'î hatiye taloqkirin.