Ermenistan û Azerbaycanê careke din dest bi danûstandinan dikin

Ermenistan û Azerbaycan ku li ser mijara Qerebaxê 30 sal in şerê hev dikin, li Brukselê li hev civiyan û li ser 'peymana aştiyê' axivîn. Li gorî Konseya Ewropayê ku navbeynkariyê dike, aliyan li hev kirin ku nîqaşê bi pêş ve bibin.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel ragihand ku di civîna rêveberên Ermenistan û Azerbaycanê de ku roja Yekşemê li Brukselê pêk hat, têkildarî Qerebaxê li ser 'pêşvebirina nîqaşan' a ji bo peymaneke aştiyê li hev kirine.

Michel îdîa kir ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li Brukselê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê nîqaşeke 'samîmî û berhemdar' kirine.

Michel daxuyaniyek weşand û got, "Ji bo peymaneke aştiyê ya siberojê, ku têkiliyên navbera dewletan ên Ermenistan û Azerbaycanê diyar bike, biryar dane ku nîqaşan bi pêş ve bibin."

Michel diyar kir ku danûstandin wê 'hefteyên bê' destpê bike û anî ziman ku herdu rêveberan bal kişandine ser girîngiya 'ewlehî û mafên nifûsa Ermen a li Qerebaxê'.