Enflasyon li Arjantînê bû ji sedî 95

Li Arjantînê enflasyon ji salên 1990’î heta bi niha ewqas ranebûye. Arjantîn, welatekê ji welatên Başûrê Emerîkayê ye ku enflasyon lê bilind e.

Li Arjantînê, ji ber krîza aborî û darayî rêjeya enflasyonê bû ji sedî 94,8. Li gor saziya îstatîstîkan (INDEC) li gor sala çûyî rêjeya enflasyonê gihîştiye asta herî bilind a 30 salên dawîn. Rêjeya enflasyonê par li Arjantînê ji sedî 50,9 bû.

Li dinyayê yek ji welatên ku rêjeya enflasyonê lê bilind e, Arjantîn e. Li gor saziya îstatîstîkan sektorên rêjeya wan a enflasyonê herî bilind restoran û otel bûne. Di vê sektorê de rêjeya enflasyonê ji sedî 108,8 bûye.

Pesoyê pereyê neteweyî yê Arjantînê, li ber dolar dikeve û deynê welêt zêde dibe.

Rêjeya enflasyonê li Arjantînê, ji ber şerê li Ûkraynayê û krîzên kûrêyî yekcar bilind bû.