Emîrê DAÎŞ’ê yê Felûc hate girtin
Îstixbarata Iraqê ragihand ku wan emîrê DAÎŞ’ê yê Felûce girtine.
Îstixbarata Iraqê ragihand ku wan emîrê DAÎŞ’ê yê Felûce girtine.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Îstixbarata Iraqê ve hate dayîn, hate ragihandin ku wan emîrê DAÎŞ’ê yê Felûce Ebû Elî El Cemîlî girtine.
Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl jî diyar kir ku piştî parêzgeha Enbar ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û şûnde El Cemîlî revîbû Sûriye û piştî demekê şûnde vegeriya bû. Resûl destnîşan kir ku El Cemîlî erka alîkarê walîtiya Mûsil a DAÎŞ’ê dikir.