'Em ê daneheviya 30 salan a Seyîd Evran bikin hêza çapemeniya azad'

Xebatkarên Ozgur TV ên li Rojava rojnamevan Seyîd Evran bi bîr anîn û gotin ew ê daneheviya wî ya 30 salan bikin hêza çapemeniya azad û sosyalîst û bigihîne bindestan hemûyan.

Kedkarên çapemeniya azad ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Ozgur TV dixebitin, têkildarî rojnamevan Seyîd Evran daxuyaniyek dan, ku Evran 22'ê Îlonê şehîd ket.

Kedkarên Ozgur TV di serî de kedkarên ajansa me sersaxî ji endamên YRA'yê, malbat û dostên Evran re sersaxî xwestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke xebatkarên Ozgur TV ên li Rojava, ji ber jidestdana hempîşe, hevrêyê xwe kedkarê çapemeniya azad û welatparêz Seyîd Evran gelekî xemgîn in. Ji kedkarên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), endamên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), çapemeniya welatparêz, dost û malbata wî re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Seyîd Evran ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi karên rojnamevaniyê kir, karê xwe bi armanca Kurdistan û cîhaneke azad kir yek, bi vî rengî meşand û di avakirina çapemeniya welatparêz azad de kedeke mezin da. Li dijî hegemonya çapemeniya bûrjûva ji bo karekî çapemeniya şoreşger azad pêk bîne têkoşiya. Li ser vê bingehê li Bakurê Kurdistanê di pêvajoyên girîng de wezîfe û berpirsyariyên krîtîk bi cih anî. Mîna têkoşîna xwe ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê di danasîna şoreşa Rojava ya ji bo gelên cîhanê de bû xwedî hewldaneke girîng. Ji bo li Rojava karên çapemeniyê bê pêşvebirin, tecrûbeyên xwe pêşkêş kir.

Weke Rojnamevanên Sosyalîst ên li xaka Rêveberiya Xweser a Rojava kar dikin mîna Seyîd Evran û bi dehan hevalên me yên welatparêz rojnamevan ên tevlî karwanê nemiran bûn, em ê karên çapemeniya sosyalîst-azad bikin, em ê têkoşîna wan dewam bikin.

Hevrêyê me, kedkarê çapemeniyê yê hêja Seyîd Evran ji bo rastiyan, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji gelên bindest re vebêje 30 salan rojnamevanî kir. Em ê daneheviya wî ya 30 salan bikin hêza çapemeniya azad û sosyalîst û bigihînin ciwanan, jinan û hemû bindestan.

Em hevrêyê xwe Seyîd Evran bi minet û hurmet bi bîr tînin!"