HEVPEYVÎN

‘Em li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin’

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd û gelên herêmê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got: “Me aqileke ku me bibe azadiyê heye. Em li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.”

HÊLÎN UMÎT

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet de axivî ku di Medya Haberê de hate weşandin. Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke ku qederê diyar dike de derbas dibe û got: “Ji bo gelê Kurd ev pêvajo hîn krîtîk û hesastir e. Ji ber ku di sedsalên dawî de cara ewilî firseteke wiha bi dest xist. Cara ewilî ye ku firsatek heye ku nasname, azadî û hebûna xwe bigihîne statuyekê. Belê, şerê cîhanê pir giran e. Êrîşên pir giran li dijî me hene. Xeterî hene, evane cidî ne. Lê belê ewqas jî derfetê me yê serketinê heye. Rêbertiya me heye. Me aqileke ku me bibe azadiyê heye. Em li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.”

Hêlîn Umît anî ziman ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerekî azadiyê dimeşînin û wiha got: “Ez dikarim bêjim ku şerekî pir giran heye. Divê her kes di ferqa vê yekê de be. Civaka Kurd jî, mirovên demokrat jî û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî eger nirxandinên wijdanî bikin, bila li ser pêvajoyê li Îmraliyê binêrin û bila li rewşa gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî binêrin. Bila li rewşa şer binêrin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke pir bi heybet heye. Artêşeke ku bikare li hemberî me bisekine, nîne. Li ser esasê teknîkê li dijî civaka li Kurdistanê, erdnîgarî û hêzên azadiyê yên li Kurdistanê êrîş heye. Divê her kes vê yekê pir baş bizane.”

Nirxandinên Hêlîn Umît bi vî rengî ne:

Destpêkê ez dixwazim li ser navê hemû çêkera me ya partiyê hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re bişînim. Me salvegera komploya 9’ê Cotmehê li pey xwe hişt. Em ketin sala 27’an. Em di sala 27’an de têkoşînê didomînin. Ez bang li her kesê dikim ku hemû geşedanên diqewimin, geşedanên siyasî û leşkerî li ser sîstema qirkirinê ya Îmraliyê û berxwedana Rêber Apo ya li dijî wê sîstemê binirxînin.

Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn a sedsala niha, tunebûna wateyê ye. Asta wate dayîna jiyanê û tiştên ku em dijîn, pir lewaz bûye. Tişta ku mirov dike mirov, hêza wateyê ye. Sîstema qirkirina Îmraliyê û têkoşîna li dijî wê, rastiya Rêber Apo di rastiyê de me vedixwîne vê yekê. Yanî me vedixwîne fêmkirinê û di vê wateyê de jî vedixwîne azadiyê. Herhal îfadeya Spînoza ye dibêje, ‘fêmkirin azadî ye’. Rêber Apo di parêznameyên xwe de qala vê nirxandinê kiribû.

Bi rastî jî em çiqasê hêza xwe yawateyê kûr bikin, em ê hîn zêdetir bikarin li rastiyên li dora xwe binêrin.

DI DAXWAZA AZADIYÊ DE, GAVEK JÎ PAŞDE NEHATE AVÊTIN

Bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî, tevgera me daxuyanî dan. Ji rêveberiya Tevgera me hevalan nirxandin kirin. Bi rastî jî 27 sal in Rêber Apo û gelê Kurd li dijî Komploya Navneteweyî têdikoşe. Têkoşîneke bênavber heye. Helbet encamên pir girîng ên vê têkoşînê hene. Ji vane ya herî girîng deşîfrekirina sîstema Komploya Navneteweyî ye. Bi êrîşên ku 27 sal in têne meşandin di rastiyê de hate xwestin ku daxwaza azadiyê ya gelê Kurd, îrade û biryardariya wê bê paşxistin. Lê belê bi saya berxwedana Rêber Apo, bi saya îrade, zanebûn û hêza wî ya wateyê gavek jî ji vê paşde nehate avêtin.

Hemû hêzên paşverû yên cîhanê hatin ba hev, hewl dan ku îradeya gelê Kurd tune bikin. Lê belê têkoşîna ku heta niha li dijî vê dewam dike -herî dawî mîna li Amedê hatî dîtin- dîsa hebûn, îrade û daxwazên xwe bi rengekî herî xurt nîşan da. Erê eger astengî, zext û qedexe nebûna wê bi milyonan kesan ew qad tejî kiriban. Daxwazeke wiha, lêgerîneke wiha ji bo gelê Kurd qet kevin nebû. Rewşeke çêbû ku ev zext, tundî, qedexe û astengî ji holê rakirin. Eger mirov baldar be, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her kesê ku xwestin li ser navê Kurdîtiyê tiştekî bikin, ji aliyê dewletê ve hatin girtin.

RÊBER APO TÊ WATEYA GEL

Yanî em tenê qala dîlgirtina Rêber Apo nakin. Rêber Apo tê wateya gel. Rêber Apo tê wateya îradeya gelekî. Yanî ji ber ku gelê me vê yekê pir ji kûranî dijî, ev xwedî derketin didome. Eger îro em rewşa bi hezaran girtiyên siyasî nîqaş bikin û ji bo wan têbikoşin, rêya vê jî di tunekirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê re derbas dibe. Dîsa eger îro li Kurdistanê di wateya rast de qala Kurdîtî, hebûn û nasnameyeke azad bê kirin, ev jî dîsa bi tunekirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê pêkan e. Ev daxwaz, pêdivî, lêgerîna vê û berdêlên ji bo vê yekê hatine dayîn, di nava 27 salên ku me li pey xwe hiştî de qet kêm nebûn.

Divê mirov vê jî bêje, destpêkê Rêber Apo ev têkoşîn meşand. Eger li şûna Rêber Apo rêberekî din hebûya, wê rewşa heyî ya Tirkiyeyê wiha nebûya. Bi Komploya Navneteweyî re gelo armanc çibû? Şerekî Tirk-Kurd ê demdirêj bû. Rêbertî bi zanebûneke pir zêde, fedekarî û hestiyariyê ev xeterî pûç kir. Pêşî li şerê Tirk-Kurd ê 100 salan ku ev armanca hêzên komploger bû, girt. Kesên ku netewperest û li ser esasê berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin vê yekê fêm nakin û nikarin bibînin. Weke tevger em li bendê ne ku vê yekê fêm bikin. Lê belê divê gel vê yekê pir baş hîs bikin û helwesta pêwîst nîşan bidin. Ji ber ku komploger hîna di nava tevgerê de ne. Hingî ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bidome, plana li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê têk naçe. Eger tê xwestin ku ev plan bê tunekirin, divê sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bê tunekirin.

ROPORTAJA D’ALEMA

Daxuyaniyên Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’alema girîng bûn. Ji qonaxa destpêkirina komployê û heta niha me timî hewl daye îfade bikin ku li ser kîjan dînamîkan şikil girtiye. Rola Emerîka, ya hêzên navneteweyî, ya Îsraîl, Îngilistan û hêzên din, Rûsyayê posîzyoneke çawa girt di rastiyê de me evane deşîfre kirine. Me derxist holê ku pêvajoya bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam bûyî, çawa tê meşandin. Rêber Apo ev yek ronî kir, çareser kir. Lê belê cara destpêkê di wê demê de, daxuyaniyeke di vê astê de ya hikûmetê, yanî serokê dewleteke li ser desthilatdariyê çêbû. Weke li xwe mikur hatinê bû. Di rastiyê de axaftinek kir ku tiştên di wê demê qewimîne erê dike û belge dike. Di vî warî de bi rastî jî pir bi nirx bû. Helwesta D’Alema ya di pêvajoya komployê de jî, di rastiyê de pir nerênî nebû. Hate fêmkirin ku hêza wî nîne. Jixwe Rêber Apo vê yekê jî îfade dike, di parêzname û nivîsên xwe de. Ji bo yekser derxistina Rêber Apo ya ji welat, hewldaneke Birêz D’Alema û hikûmeta wî nîne. Lê belê nîşan da ku zorî li wan tê kirin. Di encama wê de Rêbertî bi îradeya xwe derdikeve. Tevî giraniya pirsgirêka hebûn û azadiyê ya gelê Kurd û niyeta baş a hikûmeta D’Alema dît ku vê yekê pêşwazî nakin, Rêbertî niyeteke baş raber dike. Helbet ez ê vê yekê jî bêjim. Xweziya welê çênebiba. Xweziya hikûmeta Îtalyayê ya wê demê hîn zêdetir xwedî lê derketiba. Wê rewşa heyî rê li ber hin krîzan vekiriba, lê belê encamên wê dê pir cuda ban. Gelê Kurd neçar nedibû ku evqas trajediyên giran bijî. Ez daxuyaniya wî ya dawiyê jî, wisa dinirxînim ku hinekî têkildarî helwesta wî ya dijwanî ye.

Got, “Emerîkayê zext li me kir û li dijî Emerîkayê sekinîn ewqasî hêsan nebû.” Îhtimaleke mezin îfade dike ku hin hêzên cuda yên di nava dewletê de ketin nava liv û tevgerê û wan jî li hemberî vê yekê zorî kişand. Eger mirov ji vir bigire dest, divê hiqûqnas jî bikevin dewrê. Bi taybetî li dijî rêveberiya DYE’yê ya wê demê, hewldanên hiqûqî yên pêwîst dikarin bên destpêkirin. Ji ber ku tişta bi serê gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd anîne, tam mînaka bêhiqûqiyê ye, sûcê mirovahiyê ye. Em mafê penaberiya siyasî li aliyekê bihêlin, pozîsyona wî jî nehatiye parastin. Bi vê rewşê re, roleke welê lîstine ku vî şerê giran ê li herêmê kûr dike. Yanî sûcdar in. Di vî warî de divê teqez evane bên lêkolînkirin, darizandin û teqez hesab ji wan bê pirsîn. Eger îro nebe, piştî 10 sal din. Eger piştî 10 sal din nebe, dîrok teqez wê bersiva pêwîst bide komplogerên wê demê.

Komploya Navneteweyî weke sîstema qirkirinê ya Îmraliyê tê domandin û texrîbata vê yekê ya hem li ser gelê Kurd hem jî gelên herêmê li holê ye. Rojeke ku bêşer derbas bibe, nîne; rojeke bêtundî û bêzext nîne. Timî gel li dijî hev tên rakirin. Bi dîtina vê rastiyê, di rastiyê de bi tabloya heyî girêdana di navbera sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de dibîne. Lewma jî li dijî tecrîdê derdikeve. Lewma jî Birêz D’Alema jî azadiya Rêbertî dixwaze. Ev nêzîkatiyeke pir girîng e.

HEYA GELÊ KURD AZAD NEBE MIROVAHÎ AZAD NABE

Rêbertî di pêvajoya Komploya Navneteweyî jî û piştre jî got ku; ‘’Ez ji bo Kurdan li qada azadiyê geriyam. Ji bo vê yekê jî min lê nêrî bê ka li seranserê cîhanê çi diqewime û min hewl da ku ez wê fêm bikim.’’ Yanî ez dixwazim vê yekê bibêjim. Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya hemû gelên cîhanê têkoşiyaye. Ji ber vê yekê tişta ku jê re dibêjin pirsgirêka Kurd yanî pirsgirêka hebûn û azadiyê ya gelê Kurd tê wateya pirsgirêka mirovahiyê.

Heya gelê Kurd azadiya xwe, nasnameya xwe ya azad û hebûna xwe bi dest nexe û mirovahî jî azad nabe. Ev yek ji bo gelên din jî derbasdar e. Em dikarin vê diyalektîkê ji bo gelên din jî bisepînin. Heya gelê Filistînê azad nebe, yanî gelê Ereb nikare bibêje em azad in. Heya ku Cihû ji bo xwe jiyaneke rast ava nekin, Rojhilata Navîn nikare bibe civakeke azad. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne û di nava têkiliyekê de ne.

Ji ber vê yekê pêngava azadiyê ya cîhanî di rastiyê pêngaveke wisa ye ku girêdayî azadiya her kesî tê meşandin. Erê hedef dike ku Rêber Apo ji nava pergala qirkirinê ya Îmraliyê derkeve û bi awayekî azad bijî, kar bike, biaxive û siyasetê bike lê belê xwedî wateyeke wêdetir e. Em behsa moderniteya demokratîk dikin, em behsa konfederalîzma demokratîk û rêbertiya modernîteya demokratîk dikin. Modernîteya demokratk tê wateya rizgarbûna gelan ya ji zexta desthilardarî û dewletan. Tê wateya parçekirina mekanîzmayên wê. Tê wateya afirandina qadên azad ên ji bo civakan. Lê binêrin ku îro li seranserê cîhanê qadên azadiyê her ku diçe kêm dibin. Desthilatdarî û hêzên sermayedar di bin navê dewletê de, bi rêya dewletê her tiştî îstîsmar û desteser dikin. Li hemberî vê yekê divê civak ji bo xwe qadên azadiyê biafirînin. Her wiha di encamê de dewlet weke şîrketan e. Dewlet weke rêxistineke mafyayê ne. Yanî em dikarin bibêjin ku beşek e ku diziya nirxên civakan dike. Dewlet ev e yanî. Û dewlet pêdiviya ewlehiyê ya civakan îstîsmar dikin û bi rêya vê yekê li ser piyan bimînin. Ji ber wê yekê ji roja dewlet ava bûne heya roja me ya îroyîn, li her derê şer çêbûne û bûne sedema derketina şeran. Dewlet hebe, şer jî heye. Ez çima vê yekê dibêjim? Rastiya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire û rastiya modernîteya demokratîk ya Rêber Apo nûnertiya wan dike û ji aliyê wî ve hatine derxistin, dijberî vê yekê ne. Rê ber Apo bi paradîgmaya xwe xwe dispêre wê yekê ku civak xwe bi polîtîk û exlaqî birêxistin bikin û girêdayî vê yekê hebûna xwe ava bikin. Ji ber wê yekê pêngava azadiyê ya cîhanî tê wateya ku hemû gelên li ser rûyê cîhanê û bi taybetî jî jin û ciwan bi vê paradîgmayê bibe yek û azadiya xwe bi dest bixin.

ŞERÊ KU JI ALIYÊ GERÎLAYAN VE TÊ MEŞANDIN ŞERÊ AZADIYÊ YE

Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li Kurdistanê şer berdewam dike. Hema bibêjin li her derê Kurdistanê şer dewam dike. Lê belê şerê herî dijwar em li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibînin. Ji ber wê yekê ez silavên xwe li hemû hevrêyên ku li hemû eniyan li ber xwe didin, şer dikin û şerî girêdayî xeta azadiyê pêş dixin, dikim.

Herî dawiyê Wezîrê Şer hin daxuyanî dan. Gotin ku em ê heya meha Mijdarê kilîdê bigirin. Ji meha Mijdarê re kêm maye. Li hemû qadan têkoşîna gerîlayan berdewam dike. Ev cara çendan e ku dibêjin me qedand? Bi rastî jî edî em hemû ji vê çîrokê aciz bûne. Çimkî hemû caran xwe bi bi vê çîrokê dubare dikin.

Ez vê ve yekê ji ber rastiya dijmin tînim ziman. Di nava dîroka me ya şerî ya 40 salan de jiroja ewil di pêngava sala 84’an de 72 saet wext dabûn. Nikarin li Kurdistanê têkoşîna gerîlayan bi dawî bikin. Şerê fgerlayan şerekî wisa ye ku tu carî têk naçin. Her wiha di gel erdnigariya me, pêvajo û egerên heyî tu carî têk naçin. Bi qasî ku pirsgirêka gelê Kurd ya azadî û hebûnê berdewam be, weke hêza xweparastinê û hêza rewa wê gerîla hemû caran xwe li her derê nû bike. Gerîlayan şiyaneke bi vî rengî heye. Ez vê yekê Herêmên Parastinê yên Medyayê nabêjim. Ev yek ji bo Bakurê Kurdistanê jî derbasdar e û ji bo perçeyên din jî derbasdar e.

Di seranserê dîroka mirovahiyê de azadî bûye lêgerîna herî mezin. Xwe di çarçoveya dildariyê de gelekî daye hîskirin. Ji bo vê yekê gelek ked hatine dayîn û sînor hatine derbaskirin. Însanan jibo vê yekê mirina xwe dane ber çavên xwe û ketine rojiya mirinê. Yanî em behsa rastiyeke bi vî rengî dikin. Em behsa şerekî azadiyê dikin. Şerê ku ji aliyê gerîlayan ve tê meşandin, şerê azadiyê ye. Ji ber vê yekê bi dagirkirina cihekî û bi hatina cihekî bi dawî nabe.

A niha di serî de Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn ji piştgiriya PDK’ê li nêzî qadên gerîlayan baregehan ava dikin. Lê belê hêzên me di nava hev de ne. Çalakî hene, windahiyên dijmin ên cidî hene. Helbet di nava pêvajoya şerî de windahiyên me jî çêdibin. Dewleta Tirk wan mezin dikin, zêde dikin û dubare û dubare didin. Hewl didin bibêjin ku; ‘’Lê binêrin, em jî derbeyên giran lê dixin û têk dibin.’’ Bi vî rengî serî li rêbazên şerê taybet ê psîkolojîk didin.

Ger hûn bala xwe bidinê, çapemeniya dewleta Tirk yanî saziyên çapemeniyê yên girêdayî AKP-MHP’ê bê navber her roj di çarçoveya vê mijarê de nûçeyan didin. Ji bo bibêjin ku me rêveberên tevgerê tune kiriye, bi rastî jî xwe şerpeze dikin.

Ji ber ku em di nava şerî de windahiyên me jî çêdibin. HPG van yekan jî bi bîlançoyên ku radigihîne bi awayekî rêkûpêk dide zanîn. Di awayekî rêkûpêk daxuyaniyên şehîdan tên dayîn. Tevgera windahiyên xwe venaşêre û rewşeke bi wî rengî tune ye. Lê belê ya ku dewleta Tirk bi rêya medyayê dike, tiştekî din e. Divê civaka me di vê mijarê de baldar û hesas be. Yanî wisa didin nîşandin weke ku hêzên gerîlayan ên azadiyê êdî nikare şerê xwe bike. Tiştekî bi vî rengî tune ye. Lê belê ev rastiyek e ku bi rastî jî şerekî giran heye. Vê yekê her kes dikare bi rêya bîlançoyan hîn bibe. A niha li ser êrîşên qirkirinê yên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê disekinin. Bi rastî jî li wir şerekî giran heye. Bi rastî jî trajediyeke mirovahiyê rû dide. Divê ev yek were dîtin. Yanî divê bi vî rengî were pênasekirin.

Lê belê dewleta Tirk ji sala 2015’an ve ye di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li Kurdistanê gelekî bombebarandinan pêk tîne. Em pêvajoya berxwedaniya rêveberiya xweser bînin bîra xwe. Dewleta Tirk ji bo ku wê pêvajoyê li hemberî me bi kar bîne, bi bîr dixe. Lê belê naînin ziman ku li navenda Tirkiyeyê bi bombebarandinan çawa bi saxî însan şewitandin. Naînin ziman ku çawa xanî wêran kirin, behsa Nisêbîn û Sûrê nakin. Provaya Xezeyê wê demê bi Tirkiyeyê dane kirin.

Em vê yekê baş dizanin. Îsraîl belkî ji ber ku di rojeva cîhanê de ye çekên kîmyewî bi kar naîne. Lê belê ji ber ku Kurdistan û civaka Kurd bêxwedî û bi komployeke navneteweyî re rû bû rû ye û dibêjin ku kes dengê xwe dernaxîne, dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê her cure çekên taktîkê yên kîmyewî bi kar tîne.

Ez dikarim bibêjim ku şerekî pir dijwar heye. Divê her kes vê yekê bizanibe. Civaka Kurd jî, derdorên demokratîk jî û hêzên demokratîk yên li Tirkiyeyê jî ger nirxandineke wijdanî bikin, divê girêdayî pêvajoyê li Îmraliyê û rewşa gerîlayan ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê binêrin. Divê li rewşa şer binêrin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîneke bêhempa heye. Li hemberî me artêşeke ku bikare li ser piyan bimîne, tune ye. Girêdayî teknîkê êrîşeke ku li ser civaka Kurdistanê, erdnigariyê û hêzên azadiyê yên li Kurdistanê tê kirin, heye. Divê her kes vê yekê baş bizanibe.

PERGALEKE KUJERÊ PITIKAN HEYE

A niha tiştekî bi navê ‘Çeteya Yenîdogan’ derketiye holê. Bi pergaleke ku pitikan qetil dike re rû bi rû ne. Min nedixwest ez vê têgelê bilêv bikim. Çima? Çimkî weke tê zanîn di heqaretên li me tên kirin de ev têgeh gelekî tê bikaranîn. Lê belê nabe ku em neînin ziman jî; kî ye kujerê pitikan? Serokatiya vê pergala ku pitikan qetil dike, kî dike? Em bibêjin li welatekî din tiştekî bi vî rengî rû da yan jî di nava civatekê de çêbû, wê ew civat kom bibe û wî ji erka wî dûr bixe. Di serdema modern de di serdema niha de jî ev bûyer di nava netewe dewletan de krîz in. Ne ku bûyerên bi vî rengî, îdîayên bi vî rengî jî dawiya hikûmetan tînin. Lê belê di rastiya Tirkiyeyê de tiştekî wiha tune ye. Bêyî ku fedî bikin hê jî desthilatdariyê di destê xwe de digirin. Serokkomar hê jî li cihê xwe ye. Wezîr jî. Bi rastî jî ev rewşeke pir giran e.

Rêbertî di parastinên xwe de gotiye; ‘’Jiyana şaş, bi awayekî rast nayê jiyîn.’’ Van yekan bi rastî jî careke din ev yek danî li pêşiya me. Yanî jiyana şaş çi ye? Ji bo Tirkiyeyê jiyana şaş ji ku dest pê kiriye? Û wê çawa ya rast were bidestxistin? Rastiya dewleta Tirk ku xwe li ser înkara hebûna gelê Kurd ava kiriye, hemû caran derewam dide hev. Xwe li ser derewan ava kiriye. Di cewhera wê de derew heye. Yanî rastî û heqîqeteke wê ev e ku di avakirina komarê de rol lîstiye, welatê hevpar hatiye nirxandin, xwe spartiye alitiya Tirk û Kurdan, bi hev re şer kirine, têkoşîna rizgarbûnê xwe li ser wê pêk hatiye, yekem Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkiyeyê ya 1921’an girêdayî wê hatiye sazkirin û piştre komploya 1925’an pêk hatiye. A rastî em dîroka qirkirinê weke girtin û darvekirina Şêx Seîd qebûl dikin. Girêdayî van yekan ez dixwazim vê yekê bibêjim, yanî ji ber ku dewleta Tirk bi komplo û dereweke bi vî rengî hatiye avakirin, çi dike bilabike nikare xwe rast bike. Jimkî neçar e ku tim xwe bispêre vê yekê, wisa ava bûye.

Niha çima li Tirkiyeyê têkçûneke exlaqî ya ev qasî zêde heye? Çima? Civaka Tirkiyeyê ne civakeke wisa ye. Di rastiyê kokên wê yên civakî gelekî xurt in, kevneşopiyên wê gelekî xurt in, civakeke wisa ye ku xwe dispêre çandeke gelekî xurt. Kurd yek ji gelekî vê ernigariyê yê herî qedîm e û gelekî resen û otantîk e. Tirk beriya hezara salan hatine vê erdnigariyê. Lê belê hêza çandî ya ernigariya Anatolya û Mezopotamyayê ew qasî zêde ye ku yê hatî jî xurt kiriye, yên li ser vê erdnigariyê veguherandiye û nêzî hev kiriye û xalên hevpar derxistine holê. Yanî civakbûn gelekî bi hêz. Ez dixwazim vê yekê bînim ziman. Baş e çima têkçûneke exlaqî ya ev qasîmezin heye? Ev ne rewşeke asayî ye. Ger civak di rewşa xwe ya asayî û xwezayî de bimîne, wê nirxên xwe yên çandî kûrtir bike, wê bedewtir û watedartir bibe. Lê belê aqilê netewedewlet bi nêzîkatiyên netewerestiyê midaxileyî vê yekê dikin. Çimkî ev nçzîkatî xwe dispêre înkar û yekparêziyê û ji bo dabînkirina vê yekê jî divê exlaq ji holê were rakirin. Civakên xwedî exlaq û çandên xurt rê nadin vê yekê û ji bo pereyan xwe nafiroşin. Sekneke birûmet nîşan didin.

AZADÎ Û EXLAQ GIRÊDAYÎ HEV IN

Ji ber wê yekê tim di navbera azadî û exlaqê de girêdanek çêbûye. Yanî exlaqa civakî azadiyê pêwîst dibîne. Însanên azad xwedî exlaq in. Rêbertî jî wisa pênase dike. Rêbertî dibêje ku exlaq û polîtîka bi xwe re azadiyê tînin û azadiyê derdixînin holê. Yanî azadî bêyî exlaq û polîtîkayê pêk nayê. Heman tişt ji bo exlaqê jî derbasdar e. Yanî ger hûn bixwazin civakeke xwedî exlaq biafirînin, divê hûn wê civakê azad bikin û ji azadiyê re rêzdar bin.

MUXALEFET LI GORÎ PLANA DEWLETÊ TEVDIGERE

Rola muxalefeta civakî jî di vê yekê de heye. Helwesta muxalefetê ya li hemberî pirsgirêka Kurd û şerê azadî û hebûnê yê gelê Kurd, her çendî nasnameya wan a muxalefetê hebe jî, nîşan dide ku têkildarî vê yekê li gorî plana hêzên desthilatdarî û dewletê tevdigere. Bi vê yekê re pirsgirêkên civakî ji nedîtî ve tê, tê dehfdan, ji bo şerê qirkirina Kurdan bi ser bixînin çavê xwe digirin, li pêşiya afirandina hêzeke xurt a muxalîf dibe asteng.

Gelo CHP’ê grevek jî kir? Ev qas pirsgirêka aborî heye. Çalakiyeke girseyî jî lidar xistin? Di anketên dawî de partiya yekemîn e. Wê demê naxwaze. Gelo çima naxwaze? Ji ber ew jî mîrasvanê heman kevneşopiya dewletê ye. Ew jî li hemberî krîza civakî ya li Tirkiyeyê û hilweşîna exlaqî berpirsyar in. Para wan jî heye. Yanî tenê yê dike û dide kirin, na. Yên ku vê yekê dibînin û deng li hember dernaxin, ji bo vê yekê qiyametê narakin jî berpirsyar in. Ji ber ku hebûna mirov, civakî ye. Eger em berpirsyariyên xwe yên civakî bi cih neyînin, wê çi ferqa me ji zindiyên din bimîne?

Ti kes nikare xwe jidervey vê tabloyê bibîne. Ez dîsa dubare dikim, tabloya heyî rasterast bi şer re eleqedar e, têkildarî polîtîkaya înkar û îmhayê ye. Ji bo tasfiyekirina şerê hebûn û azadiyê yê gelê Kurd, ji bo tunekirina vê berxwedanê Tirkiye anîn vê rewşê. Hemû nirxên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, hem wan bi xwe mêtingeh kirin, hem jî ji cewherê wê xalî kirin. Çima? Ji bo derewên xwe ava bikin. Rastiyeke wiha heye.

TIŞTEKE KU BINÊ PÊVAJOYÊ TEJÎ BIKE, NÎNE

Her kes qala pêvajoyekê dike, hîna tam diyar nebûye ku ka ev pêvajo çiye. Di rastiyê de ka pêvajoyek heye, yan nîne, ev bi nîqaş e. Li Tirkiyeyê yek ji mîmarên siyaseta qirker, Devlet Bahçelî ye. Li meclîsê merheba dayîna wî ya ji DEM Partiyê re, ne rewşeke normal e. Her kes dixwaze fêm bike, ji bo wate dayînê jî li Tirkiyeyê nîqaşek dimeşe. Ji aliyê rêveberiya Tevgera me ve daxuyanî hatin dayîn.

Tabloya ku heta niha derketî holê, wiha ye. Em bi lîstokeke din a şerê taybet re rû bi rû ne. Tişteke ku binê wê tejî bike nîne. Ne diyare ka çiye. Hetta yên ku naxwazin bêjin pêvajo jî, hene. Ez dikarim vê bêjim, ji vê hewldana Devlet Bahçelî gelek encamên bixêr hêvîkirin, xeflet e. Di komcivîna MHP’ê de got, bila Rêber Apo banga berdana çek bike. Devlet Bahçelî kesekî welê ye ku gunehê xwe jî bêdeyn nade. Divê mirov wî bizane û nas bike. Zilamê ku bi vê nîqaşê re siyasetê diyar dike, lîderê ku AKP’ê diyar dike, hemû hilbijartinan dide kirin, eger bike ew ê bike, yanî qet rewşeke welê nîne. Em dikarin bi xeta siyasî ya ku Devlet Bahçelî nûneriya wê dike re, vî şexsî binirxînin. Tê zanîn ka MHP li kuderê, kengê, çawa hatiye avakirin û kîjan rol girtine ser xwe.

DIVÊ HÊZÊN SIYASETÊ YÊN DEMOKRATÎK BI HESTIYAR BIN

MHP partiyeke Gladio ye. Ji aliyê Turkeş ve hate avakirin. Çû Emerîkayê, hat û piştre hate avakirin. Çû li wir perwerdeya Gladio dît, wisa hat ava kir. Li dijî kê hate avakirin? Li dijî ciwanên rewşenbîr, demokrat û sosyalîst ên Tirkiyeyê hate avakirin. Li dijî têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd rol girt ser xwe. Bêyî ku mirov vê bizane û nirxandinê bike, ev tê wateyê ku çi ji siyasetê fêm nake. Di vî warî de ez bi taybetî hêzên demokratîk û siyasetê vedixwînin ku di vê pêvajoyê de bi hestiyar bibin.

Daxuyanî tên dayîn, nabêjin ku niyet heye lê cidiyet nîne. Ne niyetek baş li holê heye, ne jî cidiyet. Lîstok û komployek li holê heye. Îcar hûn dikarin vê pirs bikin, bêjin ku çima di pêvajoyeke wiha de? Çend sedemê vê hene.

Ya yekem şerê cîhanê ya li herêmê dijwar dibe, hat wê astê ku gefê li Tirkiyeyê bixwe. Me gelek caran ev got. Me got, wê şerê cîhanê yê 3’emîn were û nêzî Tirkiyeyê bibe. Tenê aştiyeke dîrokî ya Kurd-Tirk dikare Tirkiyeyê rizgar bike. Me gelek caran ev bi şêwazên cur be cur anî ziman. Daxuyaniyên Tevgera me jî çêbûn. Her wiha tezên Rêbertî jî hene. Evane ne tezên veşartî ne, jixwe em jî li vir wan tînin ziman. Li vir tiştên ku em îfade dikin, heqîqetên ku Rêber Apo di têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî de, derxistine holê ne.

DIVÊ CIDIYET HEBE

Evane çi bûn? Yek Kurd-Bêyî Tirk nabe, Tirk-Bêyî Kurd nabe. Hin kes vê heta Ziya Gokalp dibin, niha hewl didin peywendiyê çêkin. Lê belê tişta ku em dibêjin û Ziya Gokalp dibêje, ne heman tişt e. Em jî li ser esasê çanda welatê hevpar vê dibêjin. Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Enetoliyê hebûna gelê Tirk bi tifaqa bi Kurdan re hate avakirin û wiha çêbû, wiha mayînde bû.

Niha sîstemeke nû tê gotin. Daxuyaniyên wiha yên Netanyahu çêbûn. Got, wê erdnîgariya herêmê biguhere. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin û weke tevger me ev dît. Mîna min gotî, me di sîstema Rêbertî de got, Rêbertiya me got. Êdî divê siyaseta li Tirkiyeyê aqlê xwe komî ser hev bike. Bi rastî jî divê cidî bin. Ev lîstoka zarokan e. Em behsa pirsgirêka herî giran a vê erdnîgariyê dikin. Em behsa pirsgirêka Kurd dikin. Em behsa pirsgirêka hebûn û azadiyê ya gelê Kurd dikin. Ev ne lîstoka zarokan e. Ji bo vê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Zarokên herî hêja yên gelê Kurd canê xwe feda kirin. Gelo ma wisa hêsan e? Lewma divê mirov bêyî cidiyet tevnegere.

Tirkiye di rewşeke xeter de ye. Divê ev pir baş bê fêmkirin. Tezên ku Rêbertî li Îmraliyê diyar kirine, tên zanîn. Divê di wê çarçoveyê de nêzîkatiyek bê raberkirin. Mesele divê Tirkiye Makeqanûna 1921 nîqaş bike. Eger bi vê wesîleyê nîqaş bikin, baş e. Makeqanûna destpêkê ye. Hêza ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya li Tirkiyeyê û di şerê emperyalîst a wê demê de weke îradeyekê derxist holê, çi bû? Rastiya meclîsê ya ku Makeqanûna 1921 xwe spartiyê bû.

Dema ev nîqaş çêbûyî, destpêkê tê gotin, “tenê Kurd nînin, hinekên din jî hene.” Her bila bi gelên xwe re bijî. Çima ji vê ditirsin? Ne tenê Kurd, Çerkez, Laz û çêkerên din ên etnîk jî bila çanda xwe bijîn, gul bidin û weke rengeke vê erdnîgariyê zindî bibin. Bila wiha li hev bicivin. Divê ev were nîqaşkirin.

ÊDÎ DENGÊ DEMOKRAT Û REWŞENBÎRAN HATE BIHÎSTIN

Bi wesîleya van nîqaşan, niyeta her kesê êdî derket holê. Car din hate dîtin ku yên ku dixwazin li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, mirovên dil dayîne vê yekê hene. Ji ber ku hûn dizanin, piştî sala 2013’an, bi taybetî piştî pêvajoya derbeya 2015’an hewl hate dayîn ku gelek beş bên çewisandin. Beşek ber bi dervey welêt ve hatin revandin, beşek jî di nava welêt de hatin çewisandin. Mesele hin rewşenbîrên aktîf jî hebûn, bi rastî jî kesên bihestiyar û demokrat hebûn, ew ber bi goşeyê ve dehf dan. Niha bi van nîqaşan re îsa me dengê wan bihîst.

Dîsa di nava siyaseta Tirkiyeyê de ji nîqaşa ‘bila ew çek berde, ev teslîm bibe’ wêdetir, bi rastî jî hîn jî derdorek heye ku nîşaş dike li ser vê erdnîgariyê pirsgirêkek heye, pirsgirêka hebûnê ya Kurdan heye, pirsgirêkeke nasnameyê heye, pirsgirêkeke ziman heye, pirsgirêka xwe îfadekirinê heye. Me dît ku vê di dilê xwe de dihilgirin. Ev erênî ye.

Em dixwazin ku ev dem bibe wesîleya tiştekî wiha; Mesela bila li Tirkiyeyê tevgereke aştiyê hebe. Eger bi rastî jî ji dervey dewletê, ji dervey parlamentoyê, li qada civakî tevgereke wiha pêş bikeve, têkoşîna vê were meşandin, sazî û rêxistinên ku înîsiyatîfên wiha dihilgirin zêde bibin, bi rastî jî heqîqetan eşkere bikin, rastiyê derxin holê, ev yek baş e. Eger bibe wesîleya vê yekê, ev geşedanekî baş e.

Lê tiştên ji dervey wê diqewimin, weke min gotî me tespîta Şerê Cîhanê yê 3’yemîn kir, dibêjin ya hatiye ber derî, niha di panîkê de ne. Bi rastî jî difikirin ku li ser Tirkiyeyê gefeke diyar heye. Hema bêje çi dewlet nîne ku rîskên wiha jiyan nakin. Rewşa Îran, Iraq û Sûriyeyê li holê ye, rewşa Lubnanê hûn dibînin. Yanî hema bêje ev rewş bandorê li her welatî dike. Wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike, bandor dike. Wê pozîsyona wê diyar bike ka çawa bandor dike.

LI SER SIYASETA DEMOKRATÎK PÊVAJOYEKE OPERASYONEL HEYE

Di rewşeke bi vî rengî de Tirkiye ji 'birîna xwe ya esasî' ditirse. Ditirse ku Kurd daxwazên xwe bi dengekî hîn bilind bilêv bikin, serî li rê û rêbazên cuda yên têkoşînê bidin, bi gotina wan, 'bi hin hêzên cuda re, weke Emerîka û Îsraîlê re tifakê bikin'. Di van mijaran de ditirsin. Ji bo vê jî çi dikin? Di hundir de ji bo nermkirina civaka Kurd dibêjin, ‘binêrin em dixwazin lê PKK naxwaze, em dixwazin lê Rêber Apo naxwaze’ û bi vî rengî hewl didin bi civakê re bînin dijberî hev. Ya din jî, DEM Partiyê nîqaş dikin. Sankî lingekî girîng ê planê ew çêdike. Çi bi navê mutabqata milî be çi jî bi navê siyaseta milî be, stratejiyeke wan heye û dixwazin DEM Partiyê ji rewşa heyî dûr bixîne û tevlî nava vê stratejiya xwe bikin. Yanî dixwazin DEM Partiyê bi ser AKP, MHP'ê ve bikin. Bi vî rengî difikirin ku ew ê hîn ewletir bin û du tiştan bi dest bixin. Bi vî rengî dixwazin îlan bikin ku têkoşîna azadiya Kurd qediyaye û PKK tune bûye. Armanceke wê ya wiha dualî heye.

Pêvajoyeke operasyonel heye ku bi HDP’ê re destpê kir û li ser siyaseta demokratîk hate pêşxistin. Dixwazin teslîm bigirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya heyî polîtîkayeke wiha dualî dimeşîne. Lê belê em ji tecrubeya siyasetmedarên di vê qadê de, bawer dikin.

Berdana çek jî tê nîqaşkirin. Di rastiyê de diyare ku di nîqaşên wiha de, vê yekê car din li PKK’ê ferz bikin. Dibêjin PKK bila têkoşîna çekdarî berde. Lingekî kesên van daxuyaniya didin, li Emerîkayê ye. Li Emerîkayê hin kesên weke rojnamevan dixuyên, hin tiştan diweşînin. Bi rengekî pir komîk e, tê gotin Qendîl bi Rêbertî re hevdîtin kiriye. Ev vê nîşan dide. Hewl didin li wir jî mekanîzmayeke wiha bixin dewrê.

EM BI SAYA GERÎLA NEFES DISTÎNIN Û DIDIN

Bila her kes vê baş bizane. Eger îro hebûna Kurd, azadî û pirsgirêka Kurd, zimanê gelê Kurd û trajediyên ku berê jiyan kirine di rojevê de tên hiştin, ev bi saya têkoşîna me ya çekdarî ye, bi saya têkoşîna gerîla ye. Her kes deyndarê vê têkoşîna gerîla ye. Em îro bi saya têkoşîna gerîla nefes distînin û didin. Eger di nava rastiya şerê heyî de, hêzên parastina rewşa ya gelê Kurd nebûna di demeke ku Rojhilata Navîn jinûve şikil digire de, hêza Kurdan nebû ku têkildarî qedera xwe, pêşeroja xwe, hebûn û nasnameya xwe biaxivin.

Em rewşa ku gelên ku nikarin xwe biparêzin, dibînin. Ya hîn rasttir divê em vê têkoşînê pêş bixin. Divê em îrade û parastina xwe hîn xurttir bikin. Jixwe zihniyeta Bahçelî yekperestî ye. Dibêje ku li Tirkiyeyê wê Tirk bijî. Ji dervey Tirkan wê ti kes nikare bijî.

Têkildarî vê yekê mijareke din jî ku dixwazim diyar bikim, ev e: di vê pêvajoyê de li ser hebûna PKK’ê ya li Bakur nîqaş tê kirin. Tê gotin ku PKK êdî li Bakur nîne. Lê hema bêje her roj li ciheke Bakurê Kurdistanê, herêmên ewlehiya taybet tên îlankirin. Operasyon tên kirin. Mirov tên girtin, tên qetilkirin. Madem qediya, madem nîne, ev qas operasyon li dijî çi tên kirin? Ji ber ku şer heye. Ji ber ku gerîla heye. Berxwedana gerîla heye.

Li Bakurê Kurdistanê civaka Kurd 13’ê Cotmehê helwesta xwe nîşan da. Pêdiviya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, nîşan da. Ev bûye pêwîstiyeke welê ku, dibêjin ku ti şiqatekê vêxî her der wê bişewite. Têkoşînên gerîla wiha ne. Lewma divê ti kes bi rewşa heyî nexape.

Ez dixwazim vê dubare bînim ziman. Mirovên Kurd, ciwanên Kurd bi rûmet in. Ciwanên Kurd serî li ber bêrûmetî, teslîmiyet û xwe înkarkirinê natewîne. Eger di vê israr were kirin, her kêliyê komên nû dibe di nava Tirkiyeyê çêbibin û wan bajaran tevilhev bikin. Ev potansiyel timî heye.

LI PEY SÎSTEMEKE NÛ NE

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di encama krîzeke sîstema Fîlîstînê de pêk tê. Ev ne pêvajoyeke demkurt e. Divê ev bê zanîn. Ev şer wê bê domandin. Biryareke wiha hate girtin û êdî mudaxileyî herêmê hatiye kirin.

Mudaxile berê destpê kir. Piştî salên 90’î di bin sîstema cîhana nû de nîqaş hatin kirin. Bi taybetî di salên Komploya Navneteweyî pêk hatî de, di salên 95, 96, 97’ê de em bi xwe jî şahid in. Nîqaşên sîstema cîhana nû, pir dihatin kirin. Niha jî navê sîstema nû li vê kirine. Wê sîstema nû bê avakirin. Di rastiyê de weke dewameke wê dimeşe.

Ji wê rojê heta niha, mudaxileyên timî li herêmê dewam kirin. Niha jî qonaxeke nû ya vê çêbû. Di vê qonaxê de mirov dikare vê bêje. Li herêma Rojhilata Navîn tê armanckirin ku hegemonyaya Îsraîlê bi dewletên herêmê yên heyî bidin qebûlkirin. Ji bo vê jî di serî de Emerîka, Hêzên Navneteweyî Îsraîlê diparêzin. Tê xurtkirin.

Encama ji vir derkeve çiye? Ya yekem tê xwestin ku her tişt li gorî Îsraîlê şikil bigire.

Ya duyem, ev ne şerê gelan e. Ev ne şerê gelê Yahudî jî ye. Qilifên cur be cur li şerê ku tê meşandin, tê barkirin. Asta wê ya îdeolojîk heye. Tê spartina Tewratê. Di Tewratê de xakên hatine vaatkirin ên gelê Yahudî ne… Pirsgirêk ne ev e. Pirsgirêk li vir sermayeya Yahudî ye.

ŞER DI BERJEWENDIYA DESTHILATDARAN DE YE

Car car ez vê pirsê ji xwe dikim. Gelo Îsraîl li ser navê DYE’yê tevdigere, yan DYE li ser navê Îsraîlê tevdigere? Ez navê dewletan didim. Navê gelan nadim. Ji ber ku di DYE’yê de beşê sermayeyê yê herî berfireh, beşê sermayeyta Yahudiyan e. Yanî ew polîtîkaya li wir diyar dikin. Wir jî ew diyar dikin. Gelek caran ji min re wisa tê ku sankî DYE li gorî polîtîkayên Îsraîlê şikil digire. Polîtîkayên li vir şikil digirin ne ya gelan e, ne ya gelê Yahudî jî ye. Li ser esasê berjewendiyên desthilatdaran, şikil digire.

Bi rastî jî divê civaka Yahudî jî pir bi hestiyar be. Ji ber ku ev polîtîkayên Îsraîlê ji aliyê gelê Yahudî ve rê li ber komkujiyên nû vedike. Weke gelekî ku di dîroka xwe de ev qas qirkirin jiyan kirine… Bi rastî jî Yahudî rengekî Rojhilata Navîn in. Ji bo Îsraîlê qala nifûseke 9 milyonî tê kirin. Rewşa Îranê jî di rojevê de ye. Wisa dixuyê ku ji aliyê Îsraîlê ve armanca dawî, tasfiyeya Îranê ye. Em dikarin bêjin her ku diçe nêzî vê jî dibe. Yanî em dikarin bêjin ku şer nêz dibe.

Ji bo encamên şer, niha em ne di rewşeke welê de ne ku tiştekê bêjin. Li Îranê dewleteke xurt heye. Kevneşopiya dewletê heye. Bi hin aliyan di warê teknolojî û piştgiriyê de qala hêza wê tê kirin. Kapasîteya têkoşînê ya Îranê biçûk nîne. Lê belê biryardariya Îsraîlê jî ya têkildarî vê heye.

Yanî dibe şerê Îran-Îsraîlê çêbibe. Îhtimaleke wiha nêz e, ez dikarim wê bêjim. Li dijî vê yekê Îran eger demokrasiya xwe ya hundir pêk bîne, hingê dikare tedbîrên xwe bigire. Ez dixwazim vê car din destnîşan bikim. Ji ber ku weke esas civak li ber xwe didin. Çek li ber xwe nadin.

Wisa dixuyê ku herî zêde Tirkiye dixwaze şerê di navbera Îran û Îsraîlê de çêbibe. Ev ji weşanên wan tê fêmkirin. Di rewşeke wiha de jî Tirkiye dixwaze polîtîkayê çêbike. Dixwaze qadên nû bi dest bixe. Dixwaze Înisiyatîf bigire.

ŞERÊ TIRKIYEYÊ ÇAVKANIYA XWE JI WINDAKIRINA GIRÎNGIYA STRATEJÎK DIGIRE

Ti kes bila nefikire ku di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, wê Tirkiye li aliyê Îranê cih bigire. Tirkiye her roj bi gotina ez mutefîkê NATO’yê me tevdigere. Hemû hêrsa wî jî ewe ku çima hîn zêdetir rol ji wî re nehatiye dayîn.

Şerê wî yê niha têkildarî wê yekê ye ku Tirkiye rola xwe ya stratejîk ji dest bide. Tirkiye dixwaze hîn xurttir bibe. Hîn zêdetir rol bigire.

Dixwaze xwe bi spartina vê re li Kurdistanê û ji têkoşîna ku li hemberî Kurdan dimeşîne encam bigire. Lê belê, ji ber ku rola wî ya stratejik guheriye, yanî ji ber ku asta wî ya stratejik qels bûye difikire ku di şerê ku li hemberî Kurdan de jî wê zehmetî bikişîne.

Di nav tirsekî dibe ku hêzên navnetewî li pişt Kurdan bisekînin de ye. Yanî em di nav vî şerî de ne. Em dişopînin. Wek PKK em ê di serî de ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û ji bo siberoja wan a azad û demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.

EM LI DORA RÊBER APO KOM BIBIN

Em di pêvajoyeke qederê diyar dike re derbas dibin. Ji bo gelê Kurd ev pêvajo hîn krîtîk û hesastir e. Ji ber ku di sedsalên dawî de cara ewilî firseteke wiha bi dest xist. Cara ewilî ye ku firsatek heye ku nasname, azadî û hebûna xwe bigihîne statuyekê. Belê, şerê cîhanê pir giran e. Êrîşên pir giran li dijî me hene. Xeterî hene, evane cidî ne. Lê belê ewqas jî derfetê me yê serketinê heye. Rêbertiya me heye. Me aqileke ku me bibe azadiyê heye. Em li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.