HPG'ê şehîdên Amedê bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên di 13'ê Sibata 2020'î de li Amedê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di ruhê fedaîtiyê yê Apoyî de xwe kûr kirin, di gerîlatiyê de xwe şareza kirin û bêteredût şer kirin."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Amedê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Hevrêyên me Rodî Baz, Çiyager Batman û Çiyager Pasûr 13’ê Sibata 2020’an li eyaleta Amedê di pêvajoya hêwirîna zivistan de di encama komployeke şehîd bûn. Em her sê hevrêyên xwe yên fedayî û leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrê Rodî û her du hevrêyên Çiyager zarokên leheng ên bi hişmendiya kûr a têkoşînê û hestên bilind ên welatparêziyê yên gelê me yê Amed û Êlihê mezin bûn. Hevrêyên me yên ku bi hest û hizrên herî paqij mezin bûne, li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê me bê bertek neman, êşên gelê me di dilê xwe de hîs kirin û bi evîneke mezin tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Hevrêyên me yên ku tevlî şerê germ ê li çiyayên Bakurê Kurdistanê bûn, bi îradeyeke mezin di şert û mercên herî zehmet û bêderfetiyan de têkoşiyan. Di ruhê fedayî ya Apoyî de kûr bûn, xwe di gerîlatiyê de xwe tekûz kirin û bêyî dudilî şer kirin. Hevrêyên me yên milîtanên Apoyî yên bijarte û ji hev du hêjatir, şoreşgerên bibiryar bûn ku ji bo siberoja azad a gelê me wad didan. Tevî ku em xemgîn in hevrêyên me yên hêja di encama komployeke de şehîd bûn jî, tola wan hatiye rakirin û xwîna wan li erdê nemaye. Em soz didin ku em ê her tim hevrê Rodî û her du hevrêyên bi navê Çiyager di şer û jiyanê de mînak bigirin û bîranînên wan bidin jiyîn.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rodî Baz
Nav paşnav: Jiyan Gulten
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Şayle - Salîh
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2020’an/Amed

Nasnav: Çiyager Batman
Nav û paşnav: Muhammed Şirîn Demîr
Cihê jidayikbûnê: Êlîh
Navê dayik û bav: Suheyla - Baha
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2020’an/Amed

Nasnav: Çiyager Pasûr Amed
Nav û paşnav: Mesut Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Menfiye - Feyzî
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Sibata 2020’an/Amed

RODÎ BATMAN

Hevrêyê me Rodî li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî tevî êrîşên sed salî ya qirkirinê yên dijmin kevneşopî û çanda Kurdî parastiye, hevrêyê me Rodî jî girêdayî cewhera xwe mezin bûye. Ji ber ku li bajareke weke Amedê ku bi serhildanên li dijî dijmin tê nasîn û di her serdema dîrokê de bûye navenda Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, mezin bûye, karektereke serhilder qezenç kir. Hevrêyê me ku ewil ji serboriyên mezinên xwe rastiya dijmin dît, derfet dît ku li dibîstanê û li gelek qadên jiyanê rastiya dijmin tam nas bike. Hevrêyê me Rodî ku roj bi roj hêrsa wî ya li hemberî dewleta Tirk a mêtînkar ku Kurdistanê ji gelê me re kir zîndan, mezin bû, fêm kir ku yekane çareya wî ew e ku weke şexsekî bi rûmet a gelê me têbikoşe. Hevrêyê me li ser vê bingehê ewil di xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt, bi vî rengî gava xwe ya ewil li jiyana têkoşînê avêt û dest bi rêya heqîqetê kir. Di xebatên ciwanan de derfet dît ku rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas bike û roj bi roj xwe di aliyê îdeolojîk û rêxistinî de pêş xist. Di heman demê de ji bo ciwanên Kurd siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk fêm bikin, kedeke mezin da. Hevrêyê me Rodî ku encama ked û hewldanên xwe bi tevlîbûna gelek ciwanên Kurd li nava refên têkoşînê girt, moreleke mezin ji vê girt û kete nava lêgerîna hê mezintirkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me ku ji bo rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigire û hişmendiya xweparastinê ya gelê me pêş bixe bêyî navber têkoşiya, di vê wateyê de ji bo hemû ciwanan bû şoreşgerekî mînak. Di serdemeke ku dijmin bi awayekî sîstematîk êrîşên xwe li dijî gelê me û Tevgera me pêk tîne, hevrêyê me dizanîbû ku tenê bi mezinkirina têkoşîna xwe dikare bersivê bide û rêya vê jî di tevlîbûna nava refên gerîla de ye. Bi vê zanebûnê di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Rodî li herêma Amedê perwerdeya şervanên nû dît, mîna bi dehan hevrêyên xwe yên ji Amedê tevlî nava refên gerîla bûne, bi xwestek, heyecan û coşeke mezin beşdar bû. Hevrêyê me yê ku bi salan perwerdehiya dewleta Tirk dît, yekem car di hawîrdoreke perwerdehiya akademîk de fersenda fêrbûn û naskirina rastiya xwe bi dest xist. Ji ber vê sedemê hevrêyê me ji nêz ve guhdarî dersan kir û di demeke kurt de di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêyê me yê ku di warê îdeolojîk de jêhatîtir bûye, hewl da ku taybetmendiyên neyînî yên pergala kapîtalîst di kesayeta xwe de afirandiye, derxist zanebûnê û kete nava hewla ku wan ji ser xwe bavêje. Hevrêyê me yê ku giranî da hunera gerîlatiyê, xwe ji bo pêvajoyeke şer a muhtemel perwerde kir û xwe amade kir. Hevrêyê me Rodî bi van taybetmendiyan hurmeta hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re perwerde dît û têkoşiya girt, ji wan re bû mînakek baş û hişt ku ruhê têkoşîn û hevrêtiyê hîn mezintir bibe.

Hevrê Rodî piştî perwerdehiya xwe bi serketî qedand, tevlî xebatên pratîkî bû. Bi taybet dema ku dewleta Tirk di sala 2015’an de êrîşî qadên gerîla kir, ket nava têkoşîneke çalak. Hevrêyê me yê ku di perwerdeyê de tiştên ku hîn bibû yekser xist pratîkê, bi zîrekiya xwe ya pratîkî bala hemû hevalan kişand ser xwe. Dewleta Tirk ên ji bo destkeftiyên gelê me û îradeya rêxistinkirî ya derketiye holê tine bike dest bi êrîşan kir û ev bê sedem ku gerîlayê azadiyê Rodî têkoşînê berfirehtir bike. Ji bo vê jî li Amedê beşdarî gelek çalakiyên li dij artêşa Tirk bû û xwest hem barê hevalên xwe yên li bajaran li ber xwe didin sivik bike û hem jî tola komkujiyên li dijî gelê me hilîne. Hevrê Rodî li Amedê bi hevrêyên me yên hêja yên weke şehîd Azad Sîser, şehîd Çekdar Amed, şehîd Evîn Amed, şehîd Berçem Cîlo û gelek kesên din re li Amedê derfeta têkoşînê bi dest xist, ji tecrûbeya leşkerî û bîrdoz a van hevalan sûd wergirt û bi gavên xwebawer têkoşîna şoreşgerî domand. Hevrêyê me Rodî li gelek qadên herêma Amedê derfeta têkoşînê bi dest xist, bi tevlîbûna xwe ya jidil li herêma Şehîd Brûsk a ku herî dawî lê bi cih bûbû, sektinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Rodî hem bi helwesta xwe ya milîtanî ya di jiyanê de hem jî bi wêrekiya xwe ya di şer de hêz û moral dida hevrêyên xwe, di kesayeta xwe de felsefeya Apoyî temsîl dikir.

Hevrêyê me Rodî di 13’ê Sibata 2020’an de encama komployekê bi hevrêyên me Çiyager Pasûr Amed û Çiyager Batman re şehîd bû. Deskeftiyên li pey xwe hişt wê rêya me ronî bike. Weke hevrêyên wî em careke din dubare dikin ku em ê  her tim şopdarê hevrê Rodî bin.

ÇIYAGER BATMAN

Hevrêyê me Çiyager Batman li bajarê qedîm ê herêma Garzanê, Êliha ku bi hezaran zarokên xwe yên giranbuha diyarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kir, ji dayik bû. Hevrêyê me di derdoreke ku welatparêzî lê kûr bû û dewleta Tirk a dagirker her tim dixwest polîtîkayên xwe yên qirêj pêk bîne de mezin bû û di temenê xwe yê biçûk de rastiya dijmin nas kir. Hevrêyê me demekê çû dibistanên  dewleta Tirk a qirker ên ku polîtîkayên asîmîlasyonê herî zêde lê dihat meşandin, li dijî pêkanînên dijmin bertek nîşan da. Hevrêyê me Çiyager ê ku destana berxwedana gerîlayan a li hemberî dagirkeran li Kurdistanê bihîstibû û sempatiya wî ji gerîla re çêbû, xeyalên rojên ku di temeneke nêz de wê tevlî nava refên gerîla bibe, dît. Hevrêyê me yê ku di jiyanê de fêrî rastiya dijmin bû, her ku tiştên ku sîstemê bi gelê me rekiriye difikirî dest bi lêpirsîneke kûr kir. Hevrê me yê ku di temenê xwe yê ciwan de nakokiyên sîstemê dît, mîna her ciwanê Kurd ê birûmet, ti carî qebûl nekir ku li hemberî tiştên ku dihat kirin bêdeng bimîne. Ji ber êrîşa hovane ya dijmin a li ser gelê me, di bûyereke herî biçûk a civakî de jî hewl dida refleksên civakî bitepisîne, di hevrêyê me de rê li ber hêrseke mezin vekir. Ji têkoşîna gerîlayên ku li hemberî dewletê têkoşîneke bêhempa didin û di têkoşîna pîroz de bê teredut canê xwe feda kirine, hêzeke mezin girt. Hevrêyê me baş dizanîbû ku li hemberî tiştên li ser gelê me tên kirin cihê herî pîroz ê têkoşînê tevlîbûna nava refên gerîla ye. Hevrêyê me yê ku di lêgerîna têgihiştina felsefeya Rêbertiya me de bû û tevlî nava refên têkoşînê bû, di her materyalê ku dixwend hewl dida ku Partiya me fam bike. Hevrêyên me şahidiya tiştên ku di Berxwedana Serdemê de hatin jiyîn kir û ji hevrêyên ku li dijî zilma dagirkeran li ser gelê me bi berxwedaneke fedayî tev li karwanê şehîdan bûn bi bandor bû. Li dijî "Plana Hilweşînê" ya ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me û tirsandina gelê me xistiye meriyetê, biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Dizanîbû yekane cihê ku bersiva lêgerîn û pirsên wî yên wijdanî bide refên gerîla ye û berê xwe da çiyayan.

Hevrêyê me Çiyager di sala 2018’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû û gava yekem a azadiyê avêt. Hevrêyê me yê ku li herêmeke dijwar a weke Bakur firsend dît ku gerîlatiyê bike, perwerdeya şervanê nû li herêma Amedê dît. Hevrêyê me yê bi navê hevrêyê me Çiyager Hêvî - Cîhat Turkan fermandarê efsanewî yê Berxwedana Serdemê ya Sûrê û xwedî dilsoziyeke kûr a ji bo şehîdan e, bi coşeke mezin beşdarî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Çiyager di perwerdeyê de timî li ser milê leşkerî û bîrdozî rawestiya, di demeke kin de xwe bi pêş xist. Hevrêyê me yê ku di kesayeta xwe de qirkirina pergala kapîtalîst tehlîl kir û ji bo jiyandina felsefeya Rêbertiya me xwe diyar kir û perwerdeya xwe bi serkeftî qedand. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, bi îrad û bîrdariyeke mezin xwe pêşniyarî karên herî zehmet kir. Di demeke kin de bi adaptekirina jiyana gerîlatiyê re bû milîtanekî ku bi her awayî ji pêşketinê re vekirî ye. Li gel gerîlayekî çend mehan bû jî ji bo li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker a ji bo tasfiyekirina gerîlayan li herêma Bakur daye destpêkirin di eniya pêş de cih bigire xwe pêşniyar kir. Hevrêyê me yê ku her çendî di gerîlatiyê de nû bû jî, ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve xwe pêş xist û xwest ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Li herêma Amedê di gelek çalakiyan de kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku girîngiyê dida perwerdehiya xwe û her tim dixwest lêgerîna xwe ya heqîqetê kûr bike û hewl da ku tiştên di materyalên Partiyê de dixwend di jiyana xwe de pêk bîne. Hevrêyê me Çiyager bi her awayî ji pêşketinê re vekirî bû û bawerî dida hevrêyên xwe, li gorî ruhê serdemê tevgeriya. Hevrêyê me yê ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de kêliyekê jî dudilî nebû, hemû hewldanên dijmin têk bir û ji bo erkên li ser milê xwe bi cih bîne kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku heta nefesa xwe ya dawî li Bakurê Kurdistanê gerîlayek û parêzvanekî bêhempa yê xeta Partiyê bû, bi hevrêtiya xwe ya pak, paqij û durist cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Hevrêyê me yê ku bi evîn û xwestekeke mezin dest bi lêgerîna heqîqetê kir, li herêma Amedê derket lûtkeyê û ji bo derbeke mezin li dijmin bixista lêgerîna xwe berdewam kir, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî hezkirina hevrêyên xwe qezanc kir.

Hevrêyê me Çiyager di encama komploya 13’ê Sibata 2020’an de tevlî karwanê şehîdan bû û mîraseke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin ji me re hişt. Weke hevrêyên wî em soza ku em ê xeyala hevrêyê xwe Çiyager a Kurdistana Azad pêk bînin dubare dikin û bi minetdarî li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bejna xwe ditewînin.

ÇIYAGER PASÛR AMED

Amed a ku bajarê pêşeng ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, rola ku girtiye ser xwe weke duh wê îro jî didomîne û li hemberî dijmin Kurdetiya azad temsîl dike. Hevrê Çiyager ê ku li navçeya Pasûr Amedê di malbeteke welatparêz de ji dayik bû, hemû taybetmendiyên Amedê di kesayeta wî de şekil girtibûn. Hevrêyê me yê ku ji ber welatparêziya malbat û derdora ku lê dijî, derfeta ku têkoşîna me ya azadiyê zû nas bike dît û bi taybetî ji têkoşîna fedaî ya gerîla gelekî bi bandor bû. Di heman demê de êrîşa dijmin a li ser gelê me yê ji bo mafên xwe yên herî bingehîn têdikoşe, êrîşên li ser cenazeyên hevrêyên me yên şehîd û serhildana gelê me ya li dijî dijmin hişt ku hevrê Çiyager rastiya têkoşînê hîn kûrtir fêm bike.
 
Hevrêyê me yê ku dizanibû dibistanên dewleta Tirk xizmetê ji sîstema qirkirinê û hemû pêkanînên li ser gelê me tê meşandin dike û ji bo parastina hebûna xwe ya Kurdewarî bi hestiyartir tevgeriya. Hevrêyê me yê ku di ciwaniya xwe de nakokiyên wî yên li ser jiyanê zêde bûn, rastiya ku li welatekî dagirkirî dijî qebûl nekir. Di heman demê de gihîşt wê encamê ku pergala kapîtalîst bi polîtîkayên xwe jiyanê bêwate dike, ruh bêwate dike, mirovan ji xwe û xwezayê dûr dixe. Hevrêyê me Çiyager bili ser bingeha jiyaneke alternatîf divê çawa be hûr bû û di pêvajoê de felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku jiyanek wekhev, azad û watedar ancax bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêkan e. Hevrêyê me dizane jiyanek bi vî rengî encax bi têkoşînê pêkan e û di vê wateyê de sekne bi biryardarî nîşan da. Dijminê ku bi hemû derfetên xwe êrîşî ser hewldanên gelê me yên avakirina jiyana azad kir û komkujiyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û gelek navendên din pêk anî hişt ku îrade û biryardariya têkoşînê yê hevrêyê me Çiyager mezintir bibe. Hevrêyê me ji berxwedana fedaî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dijmin îlham girt û bi hêz bû, di wê baweriyê de bû ku weke ciwanekî Kurd divê teqez tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe. Hevrêyê me di sala 2018’an de dema ku êrîşên dijmin ên dijwar bê de berê xwe da çiyayan, bi tevlîbûna li nava refên gerîla bijarteya herî watedar a jiyana xwe kir.

Hevrêyê me Çiyager ê gihîşt nav gerîlyên ku di zarokatiya xwe de heyranê wan bû. Dema ku cara yekem gerîla dît, kêfxweşiyeke bêhempa kete dilê wî. Hevrêyê me ji têkiliyên hevaltiyê yên gerîla û nirxê ku dida mirovan bandor bû, zû dest bi fêrbûna jiyana gerîlatiyê kir. Ji ber ku wî perwerdeya xwe ya yekem di pratîkê de dît, di demek kurt de xwe pêş xist Ji ber ku hevrêyên wî derbarê gerîlatiyê û felsefeya Rêber Apo de hemû tiştên ku dizanibûn bi wî re parve kirin û firsend dît ku tavilê di jiyanê de bi cih bîne û bû şervanekî jêhatî. Hevrêyê me Çiyager manewiyata ku bi sedan hevrêyê me yên li Amedê li ber xwe dan û şehîd ketin hîs kir û di her gavên xwe de li nirxên şehîdên me dihizirî, fikirî ku tenê bi beşdarbûna bêfikar dikare layiqî keda Rêber Apo û şehîdan bibe. Rêhevalê me di vê wateyê de lêhûrbûne kûr jiya, zû ket nava pratîka xebatan. Hevrêyê me Çiyager li gelek herêmên Amedê xebat meşand, li benda wê kêliyê bû ku derbeyekê li dijminê ku komkujî li ser gelê me pêk aniye bide. Ji ber vê sedemê lêgerîna xwe berdewamî kir ku dikaribe tola êşa ku li gelê me hatiye kişandin hilîne. Ji ber jêhatîbûna şerê gerîla û zanîna xwe ya li ser herêma ku lê bi cih bûbû, ji xebatên rêxistinkirinê heta bi pratîkkirina wan di gelek xebatan roleke çalak lîst. Hevrêyê me Çiyager ê ku dizane ji bo pratîkeke serketî bingehek îdeolojîk a rast hewce dike, her derfeta ku dît ji bo perwerdekirina xwe bi kar anî. Hevrêyê me her çiqas gerîlayekî nû bû jî, xwe di pîvanên milîtaniya Apoyî de kûr kir, bi helwesta xwe ya mînak a jiyanê û hevaltiya xwe ya xurt, hurmeta hemû hevalên xwe yên têdikoşînê, girt. Hevrêyê me Çiyager bi saya kesayeta xwe ya têgihîştî û fêmkirî di her warî de alîkariya hevrêyên xwe dikir û ji bo pêşketina wan çi ji destê wî dihat kir û dizanî bê ku têkiliyên xurt ên hevaltiyê encax bi kedeke bêhesab pêkan e.

Hevrêyê me Çiyager di her kêliya gerîlatiyê de bi serketinên mezin bû xwedî jiyaneke watedar, di 13’ê Sibata 2020’an de tevî hevrêyên me Çiyager Batman û Rodî Baz di encama komployekê de gihîşt şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Çiyager ên nirxdar pêk bînin û di şexsê wî de em ê layiqî hemû şehîdên xwe bin."