ELN û hikûmetê agirbesta dualî hiştin tûra şeşan

Di rûniştina cara pêncan de ya di navbeyna hikûmeta Kolombiyayê û tevgera gerîla ELN’ê de li ser agirbesta lihevkirinek çênebû.

Piştî tûra pêncan a muzakereyan a li Hawana, paytexta Kubayê hatî kirin daxuyaniyeke hevpar hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Delegasyonê pêşniyarên xwe yên ji bo agirbesta dualî, netewî û demdemî nêzî hev kirin. Di tûra şeşan de em ê li ser agirbestê bixebitin, ji bo agirbesteke baştir em ê vîna xwe nîşan bidin.’’

Tûra pêncan a hevdîtinê di demeke wiha de pêk hat ku li Kolombiyayê haziriyên hilbijartina tûra duyan a Serokkomriyê hene. Artêşa Rizgariya Netewî ELN, bi daxuyaniya Duşemê diyar kir jib o hilbijartinê di navbeyna 15-19’ê Gulanê de wê agirbesta yek alî ragihînin.

Di tûra pêşî ya hilbijartinê de Îvan Duque ê mihefezakar bi ser ketibû. Li pêşberî Duque namzetê çepgir Gustavo Petro heye.

Duque soz da ku hilbijartinê bi ser bixe wê peymana aştiyê ya bi FARC’ê re ji nû ve binirxîne. Duque her wiha li ser muzakereyên bi ELN’ê re î şerh danî.