ELN'ê ji ber Covîd-19 agirbest ragihand

Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ku weke tevgera dawî ya gerîla ya li Kolombiyayê tê dîtin, ji ber pandemiya Covîd-19 bi rengekî yekalî ji bo mehekê agirbest ragihand.

ELN'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, "Artêşa Rizgariya Neteweyî ji 1'ê Nîsanê heta 30'ê Nîsanê ji bo qenciyeke însanî ya bi gelê Kolombiyayê re ku ji ber drama vîrûsa koronayê diêşe, bi rengekî yekalî agirbestê radigihîne."

Tevgera gerîla bal kişand ser banga agirbesta global a ku Neteweyên Yekbûyî li aliyên şer hemûyan kiribû û ji rêxistinên siyasî û civakî yên li Kolombiyayê hemûyan xwest ku gaveke bi heman rengî biavêjin.

Nûnerê Aştiyê yê hikumetê Mîgûel Ceballos jî ji Radyo W re axivî û daxuyaniya gerîlayan têrker nedît. Ceballos got, "Em hîn nû hîn bûne ku ELN'ê ji bo mehekê agirbest ragihandiye. Ez di wê baweriyê de me ku welat hîn bêhtir hêvî dike. Li hemberî me pirsgirêkeke mezin (Covîd-19) heye, dibe ku bi hezaran mirov bimirin."

Tevgera Gerîla destnîşan kir ku di rewşa agirbestê de eger hêzên ewlekariyê yan jî çeteyên narko-trafîkê êrişî wan bikin wê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne.