Elmanyayê dest bi vekişandina leşkerên xwe yên li Încîrlîkê kir
Leşkerên Elman ên ji baregeha Încîrlîkê vedikişin, wê li baregeha hewayî ya li Urdunê bên bicihkirin.
Leşkerên Elman ên ji baregeha Încîrlîkê vedikişin, wê li baregeha hewayî ya li Urdunê bên bicihkirin.
Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Elman agahî da Reutersê û diyar kir, balafira ku li hewayê sotemeniyê îkmal dike, roja Yekşemê ji Baregeha Încîrlîkê vekişiya ye.
Desteya Wezîran a Elmanyayê, roja 7'ê Hezîranê biryar dabû ku leşkerên Elman ên li Baregha Încîrlîkê ya li Tirkiyeyê vekişîne. Ev biryar piştre ji aliyê parlamenta Elman ve jî hatibû erêkirin. Li Baregeha Încîrlîkê zêdeyî 200 leşkerên Elman hene.
Ev leşker, bi jetên Tornado çavdêriyê li Sûriyeyê dikin û sotemeniyê dide balafirên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê.
Leşkerên Elman ên li Încîrlîkê wê li baregheke leşkerî ya Urdunê bên bicihkirin. 6 balafirên Tornado yên keşfê yên li Încîrlîkê û balafireke tankerê ya îkmala sotemeniyê wê li Urdunê werin bicihkirin.