Elmanya ya budceya şer zêde kir, niha jî dixwaze sîstema parastina fûzeyan bikire

Hikûmeta Elman, bi hinceta şerê Ukranya dixwaze sîstema parastinê ya hewayî ya Îsraîlê bikire.

Li gorî rojnameya Bîldê, hikûmeta Elman hê biryarek fermî nedaye, lê Serokwezîrê sosyal demokrat Olf Schûlz, li gel wê yekê ye ku sîstema parastina fûzeyan bikire.

Ji berpirsê bûdceya parastinê ya Meclîsa Federal raportor Andreas Schwarz got: “Li dijî gefa Rûsya, pêdivî pê heye xwe zêdetir biparzêin. Ji bo vê bi lezgîn pêwîstiya me bi parastina füze ya ku di asta Elmanya de pê heye.”

Schwaz destnîşan kir ku sîstema ‘Arrow 3’ a Îsraîl ya li dijî fûzeyên menzîl dirêj e ‘çareseriyek baş e’ pênase kir.

Li gorî Bîldê sîstema li gorî ‘qubên demîr’ ên Îsraîlê hatiye çêkirin, wê lêçûneke bi bihayê 2 milyar eûrobe û heta sala 2025’an dikare li 3 tesîstên Elmanyayê bikeve meryetê. Parastina füzeye ku Romanya, Polonya û welatên Baltikê jî li xwe bigire bihêz bibe.

Schwarz diyar kir ku dikare ku ‘Qûbên Demîr’ ku welatên cîran jî li xwe bigire fireh bike û got: “Bi vî rengî dikarin jibo ewlekariya Ewropayê jî roleke krîtîk bilîzin.”