Efganistanê dest bi berdana 400 endamên Talîbanê kir

Rayedarên Efganistanê dest bi berdana 400 girtiyên Talîbanê kir. Bi berdana girtiyan re tê payin ku hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî Cavîd Faysal bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku 80 girtî roja Pêncşemê hatine berdan. Cavîd Faysal diyar kir ku ev yek ê "Hevdîtinên yekser û hewldanên ji bo agirbesteke mayinde-neteweyî xurtir bike."

Talîbanê berdana 400 girtiyan ji bo destpêkirina danûstandinan weke şertekî danîbû pêş.

Meclîsa Mezin (Loya Jîrga) ku bi hezaran rûspî û oldar endamên wê ne, dawiya hefteyê berdana 400 girtiyên Talîbanê pejirandibû. Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî jî biryarnameya li ser berdana van girtiyan roja Duşemê îmze kiribû.

Di çarçoveya peymana dîrokî ya navbera DYE û Talîbanê de ku meha Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê hatibû îmzekirin, diviyabû danûstandinên navbera hikumetê û Talîbanê 10 Adarê dest pê kiribûna. Lê belê ji ber pevguhertina girtiyan hevdîtin timî taloq bûn.

Hikumetê zêdeyî 5 hezar endamên Talîbanê berda, lê belê berdana 400 girtiyên ku rêxistinê dixwest bên berdan red dikir.

Talîbanê jî di çarçoveya peymanê de hezar endamên ewlekariyê berdabû.