DYE’yê bi şeş hezar leşkeran bi Taylandê re tetbîqet kir

Ji DYE, Tayland û gelek welatên din ên Asyayê bi hezaran leşker ji bo çend tetbîqetên hevpar, hatin ba hev.

Di demeke wisa de ku rageşî bi Çînê re her ku diçe zêde dibe, li plajeke Taylandê bi balafirên şer, hovercraft û wesayîtên zirxî, bi hezaran leşker tev li tetbîqetê bûn. Di çarçoveya Cobra Goldê de ku tetbîqeteke leşkerî ya giring a Asyayê ye, bi nêzîkê 6 hezar leşkerên Emerîkayî re bi hevkarî tê kirin.

Ji DYE, Tayland, Sîngapûr, Endonezya, Malezya, Başûrê Koreyê û Japonyayê, ji roja Duşemiyê ta bi niha bi hezaran leşker ji bo çend tetbîqetan ku wê heta 10 Adarê berdewam bin, hatine ba hev. Bi tetbîqeta hevpar, armanc ew e ku têkiliya navbeyna welatan xurt bibe. DYE, ji ber reqabeta xwe ya bi Çînê re, dixwaze li vê herêmê bandora xwe zêde bike. 

Kaptanê Emerîkayî wiha got: ‘’Zimanên me yek bin jî bi têkiliyên hevpar em dixwazin ber bi herêma Hind-Pasîfîkê ve bi pêş ve biçin.’’

Serfermandarê Taylandî Chernchai Chomcherngpat, di daxuyaniyekê de ku da rojnamevanan, got: ‘’Ev operasyonên tevlîhev in, Giring e ku mirov bi hev re perwerde bibe.’’

Chocherngpat, her wiha got: ‘’Hevkariyeke me ya baş li herêmê heye. Rageşî hebe, mirov dikare çareser bike û li dijî rewşên nediyar têbikoşe.’’