DYE’yê bang li Tirkiyê kir ku dawî li ‘provakasyonên xwe yên biqest' bîne

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê, bang li Tirkiyê kir ku dawî li ‘provakasyonên xwe yên biqest’ ên li Rojavayê Behra Spî bîn e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYE’yê Morgan Ortagus ku piştî dewleta Tirk ji nû ve keştiyên lêgerîna gazê şandî Rojavayê Behra Spî daxuyanî da û got, “Zorî, gef û xebatên leşkerî aloziya li Rojavayê Behra Spî derbas nakin.”

Ortagus got: “Em daxwaz ji Tirkiyê dikin ku van provakasyonên xwe yên hesap kirî rawestîne û hevdîtinên xwe yên bi Yewnanîstanê re bide destpê kirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas jî ji berî serdana Atînayê di daxuyaniya dayî de got: “Ger hikûmet, weke gelek car ji bo pêkanînên mûzakereyan di nava danûstandinan de be, pêwîste Enqere dawî li alozî û provakasyonên xwe bîne.”

Wezîrê Dewletê George Gerapetrîte jî di daxuyaniya xwe ya bi radyoya Parapolîtîka de got: “Hetanî ku Keştiyên Orûç Reîs û eskort li qadê bin wê Yewnanistan di nava ti muzakereyan de cih negre.”

Lûtkeya ku di destpêka meha Cotmehê de hatî kirin, Tirkiye ji bo dawî anîna li faaliyetên li peravên Kibris û Yewnanistanê hişyar kiribûn.