DYE wê ambargoya çekan a Îranê bibe KENY'yê

Rêveberiya DYE'yê ku lê rawestiyaye zexta li ser Îranê domdar bike ji bo ambargoya çekan a li ser Tehranê dirêjtir bike xwe kar dike ku pêşnûmeyeke nû li ser KENY'yê deyne.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand, ji bo ambargoya çekan a li ser Îranê were dirêjkirin wan pêşnûmeyeke nû hazir kirine.

Wezîrê Karûbarê Derve yê Emerîkayê Mîke Pompeo li gel nerazîbûnên Rûs û Çîn jî got pêşnûmeya têkilî dirêjkirina ambargoya çekan  heftiya wwere wê bînin Konseya Ewlehiya Millî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û diyarr kir armanc dikin ambargo ya ku 18'ê Cotmehê wê biqede dirêjtir bikin.

Tê zanîn ji endamên domdar ên KENY'yê Rûs û Çîn û hin dewletên Ewropayî li dijî ambargoyan çekan in ku DYE ferz dike. Serokdewletê Emerîkayê Donald Trûmp ambargoya aborî ya ku piştî imzekirina peymana nukleer a 2015'an hatibû îmzekirin 2018'an rabûbû, dîsa danîbû. Trûmp gotibû peymana navborî wê nebe asteng ku Îran bibe xwedî bombeya atomê.