DYE: Tirkiye bi fermî ji bernameya F-35 hate derxistin

Wezareta Parastina DYE’yê, ji Enqereyê re ragihand ku Tirkiye bi fermî ji bernameya F-35 hate derxistin.

Wezareta Parastina DYE (Pentagon), diyar kir ku wan ji Enqereyê re ragihandine ku bi fermî Tirkiye ji bernameya F-35 derxistin e.

Tirkiye weke hilberînkerê hevpar û Zabitê Hevkar ê Mûtabakat tevlî Bernameya Balafira Êrîşkar a Hevpar (JSF) a F-35 bûbû.

Bername ji tevlîbûyên Tirkiye û DYE, Birîtanya, Îtalya, Hollanda, Avûstralya, Danîmarka, Kanada û Norveçê pêk dihat. Tirkiyeyê di pêngava yekem de 100 balafirên F-35A xwestibû.

Sala 2018’an 4 balafirên F-35 ji bo Tirkiye hatibûn şandin, lê balafir li DYE’yê ne, pîlotên Tirkiyê jî tevlî bernameyê hatibûn kirin. Piştre jî dîsa 2 balafirên F-35 dan Tirkiyê.

Ji ber aloziya S-400 a navbera Tirkiyê û DYE’yê ev 6 balafir ji bo Tirkiyê ne hatibûn şandin û di çarçoveya Butçeya Parastina 2020’an de biryar hatibû dayîn ku van ji bo Hêzên Hewayî yên DYE’yê bigrin.

Heman demê Tirkiyê ji bo balafirê 1005 parçe dihilberand. Firmayên Tirkiyê di rêjeyek mezin de ji bo tevlîbûna vê hilberînê hatibû sînordarkirin. Derket holê ku DYE’yê ji Kanûna 2020’an  ji bo bidestxistina 1005 parçeyan bi giştî berhemhêner dîtibûn.