DYE ji 'fikarên ewlehiyê' yên Tirkiyeyê bawer nake

Rayedarê DYE'yî yê ku ji Reutersê re axivî, diyar kir li ser mijara operasyoneke dagirkirinê ya pêkan a li ser Sûriyeyê bi Tirkiyê re neaxivîne, bi hincetên fikarên ewlehiyê, 'hewceyî bi operasyoneke wiha tine'.

Rayedarê Emerîkî ku navê wî nehatiye diyarkirin got, DYE bi Tirkiyê re li ser mijara gefa operasyonê ya Tirkiyê ya li ser ''bakurê rojhilat ê Sûriyê'' neaxivîne.

Rayedarê Emerîkî her wiha got ew bawer dike, DYE ji bo ji fikarên ewlehiyê yê Tirkiyê re bibe bersiv, hewceyî bi operasyoneke wiha nabîne.

Dewleta Tirk di rewşa berdest de li Sûriyê dagirker e. Dewleta Tirk ku ji xeta  Cerablûsê heta bi Efrînê qadên dagirkirinê ava kiriye, bi komên çete yên mîna DAÎŞ-Nusra ku destekê dide wan sûcê şer dike. Gelek raporên navnetewî jî balê dikişînin ser talan, êşkence, înfaz û guherîna demografiyê.

Li gel vê jî dewelta  Tirk gefê dixwe ku dagirkirinê bidomîne, ''herêmeke ewle'' ya bi kontrola xwe dixwaze. Lê ev daxwaz heta niha ji hêla civaka navnetewî ve hatiye redkirin.

Rayedarê Emerîkî diyar kir, ji ber sedema fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê, li ser mijara ''mekanîzmaya ewlehiyê an jî avakirina 'herêma ewle'' dîsa axivîne û got, ''Mekanîzmaya ewlehiyê tê berfirehkirin û têkilî vê hevdîtin hene lê li gorî dîtina DYE'yê hewce nake ku Tirkiye operasyonê bike.''