DYE: Armanca me ''ne şer e, jêvegerandin e''

Wezîrê Berevaniyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Patrîck Shanan ew ne ji bo şer leşker li Rojhilata Navîn bi cih dikin, bêhtir dixwazin Îran jêvegerînin.

Shanana têkilî rageşiya ku ji heftiya bihurî ve ya bi Îranê re û li ser bicihkirina leşkeran a li Rojhilata Navîn got, armanca wan ne şer e. Shanan got, ''Armanca me ya sereke ew e ku em pêşî li hesabên şaş ên Îranê bigirin. Em naxwazin (krîz) zêde bibbe''. Shanan got, ''armanca me ne şer lê jêvegerandin e.''

Shanan piştî civîna bi parlamenterên DYE'yî e ya têkilî Îranê ev axaftin kir.

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo jî bi rêveeberiya Îranê re ''gelek qenalên diyalogê'' hene.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî duh gotibû şertên berdest ne li gorî danûstandinên bi DYE'yê re ne.