DYA'yê ragihand ku sîxureke Rûs hatiye girtin

Bandora civîna Serokên DYA û Rûsyayê ya li Helsînkiyê dewam dike. Hate ragihandin ku heman rojê sîxureke Rûs hatiye girtin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp û Serokdewletê Rûs Valdîmîr Pûtîn doh li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li hev rûniştin. Hevdîtinê 2 saetan dewam kir. Tevî ku hate ragihandin ku hevdîtin 'erênî' derbas bûye, tê zanîn ku pirsgirêkên navbera her du welatan dewam dikin.

Heman piştî hevdîtina Trûmp û Pûtîn, hate ragihandin ku sîxureke Rûs a li DYA'yê ji bo hikumeta Rûsyayê dixebitî hatiye girtn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya DYA'yê, jineke Rûs a 29 salî ji bo hikumeta Moskowayê dixebitî. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku jina Rûs ji bo bikeve nava partiyên siyasî hatiye wezîfedarkirin.

Jina ku bi sîxuriyê tê sûcdarkirin, roja Yekşemê hate girtin û wê Çarşemê derkeve pêşberî dadgehê.