DYA û Îngilîstan hin astengiyên nû danîn pêşiya rêwiyên ji Rojhilata Navîn

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îngilîstan qedexe dike, ku di balafirên balafirên ji Rojhilata Navîn tên de, kompûter li cihê rûniştinê hebin.

DYA qedexe dike, ku di balafirên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tên, rêwî kompûterê bi xwe re bixe cihê lê rûdinê. Îngilîstanê jî pêkanînek bi heman rengî ji bo têkildarî balafirên li Tirkiye, Lîbya, Urdun, Misrê, Tûnis û Erebîstana Siûdî tên, dixe meriyetê.

Rêveberiya Trûmp, astengiya derdixîne pêşiya rêwiyên tên DYA, ku bi xwe re alavên elektronîk bigerînin. Ev pêkanîn ji bo balafirên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tên, derbas dibe. Berdevkê Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku wê pêkanîneke bi heman rengî li ser balafirên ji Tirkiye, Lîbya, Urdun, Misrê, Tûnis û Erebîstana Siûdî tên, bixin meriyetê.

Berdevk got, "Di balafirên ji van welatan yekser tên Qraliyeta Yekbûyî de, wê di çarçoveya tedbîrên nû de lêkolîn bidomin" û îdîa kir, ku ev pêkanîn ji bo rêwîtiyeke bi ewle ya hemû rêwiyan tê kirin.

Li gorî vê pêkanînê, amûreke elektronîk a ji 16 santîmetreyan dirêjtir, ji 9,3 santîmetreyan firehtir û ji 1,5 santîmetreyan stûrtir wê qedexe be ku li cihê rêwî lê rûdinên, be.

Rayedarên DYA jî ferz dikin, ku di balafirên Urdun, Misrê, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Emaretên Ereb ên Yekbûyî, Qûweyt, Fas û Qatarê tên de, ji bilî telefona destan hemû eşyayên elektronîk li bagajê bên bicihkirin.