DYA: Rûsya hîn jî tehdîtek e

Rêveberiya DYA'yê, li gel daxuyaniyên Donald Trûmp jî Rûsyayê hîn jî weke gefek li dijî welatê xwe dibîne.

Serokê DYA Donald Trûmp piştî ku bi lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûnişt, daxuyaniyên erênî da. Lê belê hîn jî ev daxuyaniyên Trûmp tên sererastkirin.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders diyar kir ku Rûsya hîn jî li dijî welatê wan gefek e. Sanders da xuyakirin ku Rûsya 'hîn jî gefek e' li dijî demokrasiya DYA'yê û got, "Serok (Trûmp) û rêveberiya wî gelekî dixebitin ji bo Rûsya nikaribe dest li hilbijartinên me werde."

Sanders got, "Em di wê baweriyê de ne ku gefa Rûsan hîn jî heye."

Trûmp piştî civîna roja Duşemê ya li Helsînkiyê bi Pûtîn re kir, peyamên erênî dabû. Trûmp bi awayekî vekirî gotibû ku di mijara destwerdana li hilbijartinên 2016'an de ew Rûsyayê sûcdar nake. Ji ber ku vê nêzîkatiya Trûmp li DYA'yê rê li ber nerazîbûnan vekir, Trûmp neçar ma li pey hev daxuyaniyên ku Rûsyayê sûcdar dike bide.