DYA li dijî koçberan 5 hezar leşkerên din dişîne

Bi hezaran koçberên ku 13'ê Cotmehê ji Hondûrasê bi rê ketin, ber bi DYA'yê ve dimeşin. Hate gotin, ji bo pêşî li koçberan bigirin bi hezaran leşkerên din ên Amerîkî ber bi sînorê Meksîkayê ve hatine şandin.

Zêdeyî 5 hezar koçberên ji Hondûrasê ji bo xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rê ketin û berê xwe dane bajarê Nîltepec ê il başûrê Meksîkayê. Karwana koçberan bi komên mezin tevdigere. Beşek ji wan li ser sînorê Gûatemalayê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Meksîkayê ve tê astengkirin.

Koçber bi biryar in ku xwe bigihînin DYA'yê. Beşek ji wan bi wesayitan ber bi sînorê DYA'yê ve diçin. Gelek koçberan ji çapemeniyê re ragihandin ku li gel astengiyên rêveberiya Amerîkayê wê rêwîtiya xwe bidomînin.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp jî diya rkir ku ji bo pêşî li pêla koçeran bê girtin, wê hejmara leşkerên Amerîkî yên li ser sînorê Meksîkayê were zêdekirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê (Pentagon), hejmara Muhafizên Neteweyî yên li ser sînor ku berê 800 bû, wê bibe 5 hezar.

Trûmp hefteya bihurî daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku "dixwazin welatê me dagir bikin."

Koçberên ji Hondûrasê bi rê ketin, dema ku hewl dan ji sînorê Meksîkayê derbas bibin şer derketibû û herî kêm koçberek miribû.