DYA ji bo dîwarê li ser sînorê Meksîkayê, wê ji sedî 20 baca berhemên vî welatî zêde bike

Ji bo lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê, ku Serokê DYA Trûmp biryarnameya di vî warî de îmze kir, wê baceke zêdetir ji berhemên ji Meksîkayê tê anîn, bê standin.

Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer careke din got, ew ê lêçûnên projeya dîwarê sînor bi Meksîkayê bide dayîn.

Spîcer diyar kir, fînansmana ji bo lêkirina dîwarê li ser sînor, wê baca li ser hemû berhemên ji Meksîkayê bên kirî, ji sedî 20 zêde bikin. Berdevk da xuyakirin, bi saya zêdekirina bacê wê salane 10 mîlyar dolarî bi dest bixin û bi vê yekê wê maliyeta dîwar jî çareser bibe.

Spîcer da zanîn, wan di encama hevdîtina bi endamên Senato û Meclîsa Nûneran de projeya xwe amade kirine. Spîcer eşkere nekir, ku ev zêdekirina bacê wê kengî û çawa bikeve meriyetê.

Biryarnameya li ser lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), roja Çarşemê ji aliyê Donald Trûmp ve hatibû îmzekirin. Hikûmeta Meksîkayê nerazîbûn nîşanî vê da bû.