Du keştiyên şer ên Emerîkayê li Tengava Tayvanê ye, Çîn bi hêrs e

Wezareta Parastinê ya Tayvanê diyar kir ku du keştiyên şer ên Emerîkayê hatine Tengava Tayvanê. Tê diyarkirin ku wê Pekîn ji ber vê operasyonê aciz be.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tayvanê du keştiyên şer ketine tengavê.

Hêzên Behrê yên Emerîkayê li ser navê ‘gera serbest’ li tengava di navbera Çîn û Tayvanê operasyonan dike. Ji ber van operasyonan, her dim di navbera wan û Çînê de krîz pêk tê.

Li gorî çapemeniya Tayvanê ji serê salê heta niha cara pêncan e ku keştiyên şer ên Emerîkayê tên tengavê. Çîn, Tayvanê wekî axa xwe dibîne.

Tayvan ala û pereyê xwe yê cihê heye lê Neteweyên Yekbûyî wê wekî welatekî serbixwe nas nake. Rêveberiya Pekînê diyar kir ku heke ji derve mudaxele were kirin, ew ê jî xwe biparêzin.

Di vê çarçoveyê de Çîn derbasbûna keştiyên ji tengavê wekî binpêkirina serweriya xwe dibîne. Washîngton û gelek paytextên din jî diyar dikin ku ev der ji her kesî re vekiriye.

Di meha Nîsanê keştiyeke Fransayê dema ji tengavê derbas dibû, Çînê ji ber vî tiştî krîzek derxistibû ji keştiya Fransayê xwestibû ku bila ji herêmê derkevin.