Dozgeriyê di kuştina Serokdewletê Haiti de Serokwezîr jî sûcdar kir

Di encama lêpirsîna têkildarî kuştina Serokdewletê Haiti Jovenel Moise de dozgeriyê pêşniyar li serokê dadgehê kir ku Serokwezîr Ariel Henry sûcdar bike.

Li Haitiyê, lêpirsîna li ser kuştina Serokdewlet Jovenel Moise ji 7'ê Tîrmehê ve dewam dike. Serdozgeriya Haitiyê pêşniyar kir ku têkildarî kuştina Jovenel Moise de Serokwezîr Ariel Henry bê sûcdar kirin. Ji bo hinceta vê yekê jî axaftina bi telefonê ya bi sûcdaran re nîşan da.

Wezîfedarê serdozgeriyê Bed-Ford-Claude destnîşan kir ku divê destûr neyê dayin Ariel Henry xaka Haitiyê biterikîne.

Serokdewletê Haiti Jovenel Moise roja 7'ê Tîrmehê ji aliyê komandoyekî ve li mala xwe hatibû kuştin.

Claude ji dadgehê re nameyek nivîsî û got, "Ji bo sûcdarkirina Henry bi têra xwe delîl hene û divê derfet bê dayin ku lêpirsîn bê meşandin."

Serokwezîr Ariel Henry jî lêpirsîna serdozgeriyê weke 'berevajîkirinê' şîrove kiribû.

Têkildarî kuştina Jovenel Moise 18 Kolombiyayî, 2 DYE'yî yên bi eslê xwe  Haitiyî bi giştî 44 kes hatin girtin.