Doza pankarta “Bi çeka Erdoğan, Erdoğan bikuje“ hate dîtin

Li bajarê Bernê danişîna doza pankarta “Bi çeka Erdoğan, Erdoğan bikuje“ hate dîtin.

Li bajarê Bern yê Siwîsrê danaşîna doza pankarta “Bi çeka Erdoğan, Erdoğan bikuje“ hate dîtin. Li ber dadgeha ku doz hate dîtin girseyek kom bû û pankarta li ser sûcê Erdogan nivîsandiye hate hildan. Polîsan mudaxeleyî girseyê kir û dest danî li ser pankartê. Her wiha polîsan agahiyên nasnameya kesekê ji kontrol kirin.

Ji ber hincetên şewbê hejmarek kêm tevlî dozê bûn. Hate xwestin ku hewldana bangkirina endamên Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê (EDA) weke şahîd were guhdar kirin, piştî nerazîbûnan careke din ev daxwaz hat redkirin. Yek ji rojnamevanên li eywana dozê amade bû nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê Bayram Altûg bû. Altûg di nûçeya xwe ya li ser çalakî û parvekirinên li ser Twitterê yên sibeha dozê de, her çar aktîvîstên tên darizandin weke "endamên rêxistina terorê" û "terorîst" pênase kir.

Parêzerên parastinê diyar kirin ku divê ev gotin weke 'heqaret' bên nirxandin û xwestin Bayram Altûg ji eywana dadgehê bê derxistin.

Dewleta Swîsreyê, ji bo têkiliyên bi Tirkiyeyê re xirab nebe kete nava hewldanên taybet. Şandeya dozê berî ku biryara derxistina Altûg ji eywana dozê bide, doz taloqî sibê kir.

Danaşîna dozê wê di 19 'ê Çileyê de bi îfadeyên şahidan û îfadeyên "bersûc" dewam bike.