'Divê zarok bi çanda Kurdî bên mezinkirin'

Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen da zanîn ku polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman û çanda Kurdan ji dîrokê heta roja îro berdewam dike û ji malbatên Kurd xwest ku zarokên xwe bi çanda Kurdewarî mezin bikin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo bal bikişîne ser zimanên di rewşeke metirsîdar de ne 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweuî îlan kir. Her wiha ev roj wek roja salvegera kuştina xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî ku ji bo têkoşîna zimanê xwe ji aliyê polîsan ve hatin kuştin tê bîranîn. Li Tirkiyeyê jî civaka Kurd pêşengiya vê rojê dikin û her sal bi rêzeçalakiyan bibîrtînin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê zext, astengî, qedexeyên li ser zimanê Kurdî û neqebûl kirina Kurdî didome. Li gel hemû astengî, zext û zoriyan jî civaka Kurd, zimanhez, mamoste, şagirt, nivîskar û zimanzan xwedî li zimanê xwe derdikevin û ji bo zimanê Kurdî bibe xwedî statûyek fermî têdikoşin.

BI BERXWEDANÊ MAFÊN XWE BI DEST XISTIN
 
Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê polîtîkayên li ser ziman ji ANF’ê re axivî. Esen bal kişand li ser dîroka têkoşîna xwendekarên Bangladaşî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di sala 1951-1952’an de li Pakîstanê weke nûjeniyê di nava ziman, zimanê axaftin û perwerdehiyê de dikirin. Di wê demê de li hemberî zimanê Bangladeşî astengiyê derdixistin. Di sala 1952’an de hinek xwendekarên zanîngehê ku eslê xwe Bangladeşî ne, li wê derê li hemberî dewletê derdikevin kolanan û berteka xwe nîşan didin. Biryarên hatine dayîn şermezar dikin. Wê demê polîsên Pakîstanî êrîşî li ser xwendakaran dike û dehan xwendekarên zanîngehê tên kuştin. Piştî ku ev trajedî tê jiyankirin, di sala 1971’an de di nava civaka Bangladeşî de ev roj weke Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê binav kirin û ev roj tê bibîranîn. Di encama têkoşîn û berxwedana xwendkarên Bangladaşî de gelek mafên xwe bi dest xistin.  Bi vê boneyê di sala 1999’an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo bal bikişîne ser zimanên di xetereyê de 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî yê Navnetewî îlan kir. Ji wê rojê û vir de gelek civak yên ku zimanê wan dibin zext û zordariyê de ye 21’ê Sibatê her sal tê bîranîn û pîroz kirin."

‘POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ’

Esen anî ziman ku bi avakirina Komara Tirkiyeyê re polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman û çanda Kurdan destpê kir û got: "Dema Komara Tirkiyeyê hate avakirin û piştî çend sal û vir de, dewletê ji bo lêkolînkirina herêmê gelek pîspor şandin Kurdistanê. Ev pîspor ji bo hînî çanda Kurdan bibin û bizanin ku Kurd dê çawan werin pişaftin dest bi lêkolînan kirin. Van kesan der barê çand, ziman û jiyana Kurdan de rapor amadekirin û şandin ji rayedarên dewletê re. Di raporên hatin amadekirin de ji sedî sed ziman, çand, Muzîk û hunera Kurdan bi Kurdî bûye û qet bêhna Tirkî ji herêmê nayê. Dewletê ev yek weke xetere ji bo xwe dît û polîtîkayên ku çawan ez dikarim vê bifetisînim afirandin. Di hêla, ziman, çand, perwerdehî, aborî û civakî re mirovên xwe şandin nava civaka Kurd û civaka Kurd kete li ber pêlên pişaftin û mîtîngeriyê. Bi taybetî jî zarokan ev pişaftin destpêkirin. Dibistanên Yubugê yên ku bi şev roj xwendekar lê dimînin ava kirin. Zarokên Kurdan li van dibistan kom kirin û zarok ji xweza û çanda wan durxistin. Divan dibistanan de jî bi hişmendiya leşkerî zarok dihatin perwerde kirin. Her wiha li van dibistanan ruyê dewletê dihat nîşan dan. Mixabin ev polîtîkaya dewletê di roja îro de jî neguheriye û berdewam dike."

‘ZIMAN Û ÇANDA KURDAN JI BO XWE XETERE DÎTIN’

Esen bilêv kir ku dema Kurd bi xwe bixwazin ji bo zimanê xwe tiştekê bikin rastî mudaxeleya dewletê tên û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema ku em ji dur de li Tirkiyeyê binêrin em ê bibînin ku di polîtîkayên xwe de hinek nerm bûye. Lê belê ne weke ku ji dur ve tê xuyakirine. Dewlet li gorî berjewendiyên xwe çend tişt kirine. Weke qenala televziyonê û dersa bijarte. Lê belê dema Kurd ji bo zimanê xwe hewldanek bidin û xebatek bidin meşandin rastî êrîş û mudaxeleya dewletê tên. Dewlet dibêje, qasî ez te dizanim tu heyî, qasî ez bixwazim tu bixebitî tu heyî û çand û zimanê te heye. Dewelet bi vî şeklî nêzî Kurdan dibe. Mînak; di sala 2015-2016’an de qaşo li Tirkiyeyê derbe pêk hat. Divê demê de derbeya herî mezin li ser Kurdan pêk hat. Derbe li dijî saziyên Kurdan, jinan, ziman û çandê pêk hat. Dewletê weke salên 1920’ê dîsan ziman û çanda Kurdan ji xwe re xeter dît û bi hemû şeklî êrîşî li ser Kurdan kir. Polîtîkaya dewletê weke her demê berdewam dike û hîn pêş de biriye."

‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ EM XWE NAS BIKIN’

Esen destnîşan kir ku dibe civaka Kurd di hêla ziman û çanda Kurd de xwedî ferasetek xurt nebe, lê belê di hêla civakî û hişmendiyê de pêşketiye û ev tişt got: “Raste civaka Kurd vê xetere û polîtîkaya dewletê li pêşberî xwe dibîne. Lê belê kêmahiya herî mezin em li hemberî vê nakevin nava hewldanê. Nexweşiya me diyare, em rê û dermanê nexweşiya xwe nabînin. Yan jî em ê bi çi awayî xwe tedawî bikin hîna me ew rê nedîtiye. Divê berî her tiştî em xwe nas bikin. Bav û kalikê me Kurd in. Zimanê me berî 50 salî jî nehatiye afirandin. Em xwedî ziman û çandekî hezar salî ne. Em xwedî civak û kevneşopiyek hezar salan in. Dîrokek me ya bi kok û ra heye. Dema em vegerin dîroka xwe çand, ziman û dîrokek me ya gelek xurt heye. Tedawiya me di paşveroya me de ye. Divê em li dîroka xwe binêrin. Ji ber vê yekê divê em çand, hişmendî, birdozî û feraseta xwe di hevsengiyê de bibînin. Hêlek xurt û hêlek qels nabe. Divê hemû hêlên me di nava hevsengiyê de bin.” 

‘DIVÊ ZAROK BI ÇANDA KURDÎ MEZIN BIBIN’

Esen ji malbatên Kurd xwest ku zarokên xwe teşwiqî çanda Kurdewarî bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Çanda Kudî çiye? Muzîka Kurdî, lîstikên Kurdî, sînemaya Kurdî, pirtûkên Kurdî, kincên Kurdî, tarzê jiyanê yê Kurdî, xwarin û vexwarinên Kudî ne. Divê berî her tiştî hemû malbat zarokên teşwiqî van tiştan bikin. Dema zarok bi van tiştan mezin bibin, wê esil û feraseta xwe jî ji bîr neke. Zimanê Kurdî tenê bi qûrs û hînkirinê nabe û divê teqez bibe zimanê perwerdehiyê. Perwerde xwebûn û hebûna mirovane. Eger civaka Kurd ji bo zimanê xwe israr û daxwaz neke û helwest xurt ji bo perwerdehiya zimanê dayikên nîşan ne de, dibe ku zimanê Kurdî winda nebe lê belê wê qels bibe. Çiqasî diçe jî zimanê Kurdî ber bi qesliyê  ve diçe."