Dîroka ku li pêş çavên cîhanê tine dibe...

Dîroka ji hezaran salî li pêş çavên cîhanê tine dibe. Şêniyên herêmê ji cih û warê xwe dibin, êrişeke metirsîdar li dijî xwezayê tê kirin. Heskîf binav dibe.

Heskîfa 12 hezar salî dibe qurbana bendaveke temenê wê 50 salî. Heskîf bi xweşikiya dîrok û xwezaya xwe li bendavekê wê bikeve bin avê. Li ser Çemê Dîcleyê Bendava Ilisûyê hat çêkirin. Kêlî bi kêlî Heskîfa dîrokî di bin avê de dimîne û heta niha gelek avahî di nava avê de mane. Li gel ku herêma dîrokî di sala 1981’an de wek “qada parastina xwezayî” hatiye tescîlkirin jî lê dîsa jî herêm di nava avê de dimîne. Hikûmeta AKP’ê ku berê xwe daye xwezaya Kurdistanê, li gel nerazîbûnan jî di sala 2010’an de dest bi çêkirina Bendava Ilisûyê kir. Pêşî li ava Çemê Dîcleyê hat girtin û ava Bendavê bilind bû, her ku av bilind bû dîrok, gund, erazî, mêrg û gor di bin avê de man. 

DÎROK HATE BETONKIRIN

Gelek çîrok li ser navê Heskîfê hene. Tê gotin ku di nava demê de navê wê bûye “Heskîfê.” Di lêkolînên erdkolanê de ji bermayiyên dirêjî 12 hezar sal berê dibin hatine dîtin. Heskîf li Mezopotamya Jor cih digire û li ser rêya diçe Anatolê ye. Li cihek stratejîk ku xwedî girîngiyek xwe heye. Hem li qeraxê Çemê Dîcleyê ye û hem jî rêya Heskîfê wek rêya bazirganiyê hatiye bikaranîn. Heskîf ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye.  Ji ber xweşikiya dîrok û xwezaya xwe Heskîf bajarek turîzmê ye. Bi hezaran şikeftên Heskîfê hene. Hin cihên dîrokî ku wek sembol tên zanîn hene. Keleha Heskîfê, Tirbeya Îmam Abdullah, Pira Heskîfê ya kevnar, Tirbeya Zeynel Bey, Mizgefta Gewre, Seraya Biçûk, Seraya Mezin, Mizgefta Mescîdî Alî, Mizgefta Rizik, Mizgefta Suleyman, Mizgefta Koç, Mizgefta Kizlar, Mizgefta Biçûk, Deriyê Kelehê (Yolgeçen Hani) berhemên dîrokî ku bûne sembola Heskîfê ne. Lê mixabin ev berhemên dîrokî yek bi yek ji cihê wan hatin rakirin û gelek berhemên dîrokî jî hatin betonkirin. 

‘DEWLETÊ EM BÊ MAL Û MILK HIŞTIN’

Bi bilind bûna  ava bendavê re nêzî 250 cih û warên girêdayî Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê di bin avê de man. Ev zêdetirî heftiyeke jî av gihîşt Heskîfa dîrokî û gelek şûnwarên dîrokî di bin avê de man. Dema ku mirov berê xwe dide Heskîfê û di nava Heskîfê de digere rastî avê tê, li cihê dîrokê avahiyên bûne kavil û dibin avê de dimîne lê rast tên. Hêjayî gotinê ye ku ne tenê dîrok û avahî dibin avê de mane, li gel vê yekê gorên welatiyên Heskîfê û cûreyên zindiyan dibin avê de mane. Ji ber gelek avahî dibin avê de mane gelek malbat ji derve re mane û bê cih û bê war mane. Ji van malbatan jî malbata dayika Hediye Tunç ya 60 salî ye. Tunç li Heskîfê hatiye dinê û zarokatî, ciwanî û pîrbûniya xwe li vir derbas kiriye û wiha dibêje: “Dewletê em bê bêmal û bêmilk hiştin. 60 sal e ez li Heskîfê me. Ev heftiyeke xaniyê me yê du qat dibin avê de maye. Em ji derve re mane. Tu kes li me xwedî dernakeve. Ez û 11 zarokên xwe di mala şînê de dimînin. Av gihiştiye mala şînê jî. Xwedê vê zilmê qebûl neke û xwedê heqê me ji bêbavan re nehêle.”

‘KON JÎ BI DESTÊ MIN NAKEVE’

Tunç bilêv kir ku hemû xweşikî, dîrok û bîranînên wan di bin avê de man û got: “Em naxwazin warê xwe biterikînin. Ez ê ji vî emrî û vir de biçim kûderê. Berî ku ev felaket were serê me em bi keyxweş bûn û Çemê Dîcleyê bi keyfxweş diherikî. Li ser axa xwe me sewal xwedî dikir û milkê xwe cot dikir. Weke ku tu dibînî ne tenê xanî û milkê me dibin avê de maye. Jiyana min dibin avê de maye. Niha em koçber bûn û konek jî bi destê me nakeve. Her roj rayaderên dewletê tên û soz û peyaman didin û dibêjin, em ê xanî bidin we. Lê ev heftiyeke xaniyê min dibin avê de maye û tu xanî û konek jî nedan min. Xaniyê min dibin avê de ma û dewletê heqê xaniyê min jî neda.” 

‘GORÊN BAPÎR Û DAPÎRÊN ME DIBIN AVÊ DE MAN’

Welatiyê bi navê Sunmez Er (42) ê ji gundê Organli ku berî mehekê gundê wan dibin avê de ma û hate li navenda Heskîfê li gel xizmên xwe û niha jî mala xizmê wî dibin avê de maye. Er dibêje, zêdetirî 10 roje xaniyên li navenda Heskîfê dibin avê de mane û welatî mexurbûen û rayedarên dewletê tên li vir yariyên xwe bi gel dikin. Er anî ziman ku rêveberên dewletê xwedî sozên xwe derknektine û wiha got: “Gelek gund û xaniyên me dibin avê de man. A rast, em dîroka gundê xwe baş nizanin. Gundê me yek ji wan gundan e ku li herêmê baş tê naskirin. Lê mixabin gundê me dibin avê de ma. Ez hatim mala xizmê xwe lê mixabin mala xizmê min jî ev 10 roje dibin avê de maye. Em îro mexdûr in. Dewlet îro axa me ya herî bi qîmet û bi xêrûber di bin avê de dihêle. Gorên bapîr û dapîrên me di bin avê de man. Em neçarin wan li vir bihêlin û ji vir biçin. Bendewariyek me ji dewletê nîne, tenê em tişta ku mafê me ye dixwazin. Em mafê xwe dixwazin rayedar tên yariyên xwe li me dikin. Heta niha tu soz û peyaman bi cih ne anîne.”

TEVÎ HEMÛ DIJDERKETINÊ JÎ AKP’Ê BENDAV ÇÊKIR 
 
Tevî hemû nerazîbûn, îtîraz, parastin, dijderketin û nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîrên herêmê û navnetewî jî hikumeta AKP’ê di ya xwe de israr kir û bendavê çêkir. Bi vî awayî çiqas ku pêlên avê zêde dibe Heskîfa ku ji dehan şaristanî, çand, ziman û netew û baweriyan re malovaniyê kiriye di bin avê de dimîne û kêlî bi kêlî  difetise.