Dîplomatên Fransayê piştî 20 salan dest bi grevê kirin

Xebatkarên Wezareta Karê Derve ya Fransayê li hemberî reforma ku bandor û prestîja dîplomasiya Fransayê dixe xetereyê, dest bi grevê kirin.

Banga grevê ji aliyê şeş sendîka û 500 dîplomatên ciwan hate kirin.

Reforma di fonksîyona raya giştî ya bilind de wê bi daxwaza Serokkomar Emmanûel Macron pêk were, wê bandorê li kariyera dîplomatan bike.

Dîplomat diyar dikin qîmeta wan zêde tune û ji dahatûyê ew dikevin gumanê.

Sendîkavan Olîvîer Da Sîlvayê dîplomata û di bin banê CFTC’yê de ye diyar kir ku pêkbûna reforman rê li ber westandin û tevliheviya dîplomatan vedike.

Di rojên dawîn de gelek dîplomatên astên bilind, sefîr û midûrên herêman li ser twîtterê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin grevê.

Sefîrê Kuveytê Claîre le Flecher û yê Ummanê Veronîqûe Aûlagnon jî diyar kirin ew ê tevlî grevê bibin.

Tê payîn wê li Parîsê li pêşiya Wezareta Karê Derve û li Nantesê ya ku navenda arşîva dîplomatîk lê ye xwepêşandanên protestoyê pêk were

Sefîrekî ku navê xwe neda, diyar kir ku wê bi vê reformê re Fransî wê ji aliyê kesên ku di kodên dîplomasiyê de perwerde nebûne û ne amade ne, werin temsîlkirin û got “Divê mirov profesyonelbûna dîplomasiyê biparêze.”