Dijberên G-20'an daketin kolanên Hambûrgê
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, dijberên G-20'an daketin kolanan û çalakiyên protestoyî lidar xistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, dijberên G-20'an daketin kolanan û çalakiyên protestoyî lidar xistin.
Çalakgeran xwestin li bajêr kampê çêbikin, lê li gelek cihan polîsan êrîş kirin.
Di şeva Sêşem-Çarşemê de, bi sedan çalakgerî xwestin li semta Altonayê konan vedin. Polîsan bi ava şid û gazên ku çavê mirovan dişewitîne dest li xwepêşandêran werdan. Berdevkê polîsan îdîa kir, ku ev kombûn li derveyî qanûnan e. Piştî nîvê şevê jî polîsan li gelek cihên bajêr êrîşî çalakiyan kirin. Bi taybetî li taxa Sant Paûlî çalakgeran rê girtin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Li gorî polîsan, di çalakiyan de kesek hatiye binçavkirin.
Roja Yekşemê jî bi heman hincetê li nava bajêr şer derket. Dijberên G-20, ji bo karibin kampekê li bajêr çêbikin ku karibin bi şev lê bimînin, ev çend hefte ne ji aliyê hiqûqî ve di nava hewldanan de ne.
Li cihên hatine destnîşankirin, destûr tê dayin ku di nava rojê de kamp bê çêkirin, lê bi şevê destûr nayê dayin ku çalakger li vir bimînin.
Komekê bi navê "Hûn bi xêr hatine Hambûrgê" daxuyaniyek weşandibû û hişyarî ku heta roja Sêşemê ev daxwaza wan neyê qebûlkirin, ew ê hemû meydan û parkên li bajêr dagir bikin.
Civîna Bilind a G-20'an ku lîderên welatên herî xurt ên cîhanê lê dicivin, di 7-8'ê Tîrmehê de tê lidarxistin.
Çav li rê ye, heta dawiya civîna bilind bi sed hezaran kes çalakiyên protestoyî li bajêr lidar bixin.