Di sala 2022’an de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMME hatiye xistin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) analîza daneyên sala 2022’an eşkere kir. Li temamî dinyayê herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMME hatiye xistin.

Di sala 2022’an de li temamî dinyayê bi giştî 45.500 serlêdan ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMEE) hatine kirin. Di sala 2021’an de ev hejmar 44.250 bû.

Serokê DMME’yê Sîofra O’Leary li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di civîneke çapemeniyê de ev dane eşkere kir û diyar kir a niha 74.650 serlêdan li dadgehê li benda nirxandinê ne.

Ji sedî 74’ê dozên li benda nirxandinê ji Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna, Îtalya û Romanyayê hatine şandin.

Li gorî daneyên dadgehê ji temamî dozan ji sedî 26,9 doz ji Tirkiyeyê, ji sedî 22,4 ji Rûsyayê û ji sedî 13,9 jî ji Ûkraynayê hatiye kirin.

Bi giştî ji Tirkiyeyê 20.115 serlêdan, ji Rûsyayê 16.742 û ji Ûkraynayê jî 10.403 serlêdan hatine kirin.