Di protestoyên Iraqê de 2 kes hatin kuştin

Li Iraqê, li Bexda, Diwaniye, Necef û Dîgarê hêzên ewlehiyê mudaxeleya çalakgeran kirin, 2 kes hatin kuştin, 45 kes birîndar bûn.

Çalakiyên li Besrayê 8’ê Tîrmehê bi protestoyên polîtîkayên aborî, av, elektrîkê destpê kirin li Necef, Zukkar, Mîsan, Hîla, li hin taxên Bexdayê, Dîwaniyê belav dibin û didomin.

Li gel hemû mudaxeleyên hikûmet û rayedaran çalakî di roja 13’an de li gelek navendan berbelav bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê hêzên ewlehiyê li Bexda, Dîwaniye, Nefef û Dîgarê mudahele li çalakgeran kirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 45 kes birîndar bûn.

Hate gotin yek kesek jê li Necefê û kesek jî li Dîwaniyê hate kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seîf Bedr di derbarê çalakiyên duh daxuyanî da û got: ‘’Li Bexda, Necef, Dîwaniye, Dîqarê, di bûyeran de 2 kes hatin kuştin, 45 kes birîndar bûn. Li Dîwaniyê kesek û li Necefê kesek hate kuştin. Piraniya 45 birîndaran bi mudaheleya hêzên ewlehiyê birîndar bûn.’’

Desteya Mafê Mirovan Iraqê derbarê bûyerên 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û got 12 kes hatin kuştin, 571 kes birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin 195 kesên ku birîndar bûne sivîl in, ên din jî hêzên ewlehiyê ne. Di xwepêşandana de her wiha 47 avahî hatin şewitandin, ji va 18 jê yên dewletê ne, 22 yên partiyan û 7 avahiyên sivîl jî hatin şewitandin.