Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest

Rayedarên ewlehiyê ya Îsraîlê ragihand ku Hamas wê êrîşên bi nepoxên şewatok û roketan rawestîne li beramberî vê jî Îsraîl wê herêma girtina masiyana li Gazzeyê berfirehtir bike û 500 destûrên kar paşve vegerîne.

Li gorî çapemeniya xwecihî ya Îsraîlê Hamasê şeva Pencşemê peyamek ji Îsraîlê re şand û ragihand ku li Şerîda Gazzeyê êrîşên bi roket û nepoxên şewatok dihate bikaranîn wê rawestin.

Li gorî malpera I24News rayedarekî ewlehiyê ya Îsraîlê diyar kir ku di navbera Hamas û Îsraîlê de peymana agirbestê hatiye çêkirin û dawiya hefteyê ji bo îstikrara herêmê wê bê test kirin.

Heman çavkaniyê wiha got; “Eger aştî dom bike, Îsraîl wê herêma girtina masiyan 15 mîlê behrê berfireh bike û ji bo Filistîniyan 500 belgeyên destûra kar paşve vegerîne.”

GELO MISIRIYAN HIŞYARÎ DA HAMASÊ?

Di nava hefteyê de malperên nûçeyan Al-Quds û Ynet ragihandibû ku biryara Hasamê ya dev ji êrîşên bi pifdankên şewatok şeva Duşemê piştî hevdîtina bi heyeta îsxitbaretê ya Misirê re hatiye girtin. Çapemeniya xwecihî diyar kir ku Cîhada Îslamî jî rawestandina êrîşên bi pifdankên şewatok qebûl kiriye.

Li gorî El Arabiya Misiriyan di mijara beşdarbûan Îranê ya di aliyê aloziya leşkerî de yan jî destkekirina milîsên ku dixwazin herêmê bê îstikrar bikin de hişyar kiriye. Çavkaniyên Filistînî peyameke ku tu gefan nagre nava xwe ji wan re nahatiye dayîn, têkililiyên di navbera Misir û Gazze de, plana Filistîn-Îsraîl ya Serokê DYE Donald Trûmp nîqaş dikin. Lê di hinek nûçeyên berê di çapemeniyê de cih girtîn hate îdîakirin piştî ku berpirsê asta bilind a Hamasê Îsamîl Haniye beşdarî merasîma cenazeyê generalê Îranî Qasim Silêmanî sebra Misiriyan nemaye.

Bi taybet piştî eşkerekirina plana bi navê aştiiyê ya DYE ya Rojhilata Navîn êrîşên bi nepoxên şewatok li dijî Îsralînê zêde bûn. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî gef xwaribû û gotibû di rewşa domandina êrîşdan de ew ê “tedbîrên hilweşînê” pêk bînin.