Di muzakereyên DYE û Talîbanê de ‘pêşketinên girîng’ hene

Hate diyarkirin ku di muzakereyên vê hefteyê de yên di navbera DYE û Talîbanê de ‘pêşketinên girîng’ pêk hatine. Lê herdu aliyan hê hin astengiyên mezin çareser nekirine.

Qasidê Lihevanînê yê Efganistanê yê DYE’ê Zalmay Halîlzad piştî muzakereyên 6 rojan ên li Katarê daxuyanî da yên ku bi Talîbanê re hatibû kirin. Halîlzad li ser twîtterê got ku,”Hevdîtina li vê derê, li gorî yên berê baştir derbas bû. Li ser meseleyên bingehîn, me pêşketinên bi dest xist.”

Dîplomatê Emerîkayê diyar kir ku ji bo nîqaşkirina van muzakereyan wê vegere Efganistanê û got ku “Em ê vê pêngavê bidomînin û piştî demeke kurt em ê dîsa muzakereyan bidomînin. Gelek kêşe hene ku divê werin çareserkirin.”

Qasidê Emerîkayê diyar kir ku ji bo agirbesteke teqez a di nav Efganistaniyan de hê peymanek nehatiye danîn.

Rayedarekî Talîbanê yê li Pakistanê ji AFP’ê re axivî û got ku “Li ser meseleyên girîng, lihevkirin hatiye kirin. Em bi pêş ve diçin, ji niha ve em gelekî bi pêş ve çûn.”