Di krîza Ukraynayê de şer an diyalog?

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî ku DYE'yê bang kir ku li ser krîza Ukraynayê were ser masê, Lavrov got, ''ew ne şer lê diyalogê dixwazin''

Sergey Lavrov bi daxuyaniyeke got, ''Bi dehan sal in ku me rêya dîplomasiyê hilbijartiye.''

Lavrov di hevpeyvîna xwe de ya li qenalên televizyon û radyoyan got, ''Divê em bi her kesî re bidin û bistînin, ev rêgeza me ya sereke ye.''

Lavrov got, ''Heke ev girêdayî Rûsyayê be wê şer dernekeve. Bi Rojavayiyan re li ser mijarên garantiyên ewlehiyê danûstandin hê neqediyane û em ê nehêlin ku kesek xwe ji berjewendiyê me re kor bike.''

Her çendî di navbeyna DYE û Rûsyayê de rêya diyalogê vekirî hatibe hiştin jî, piştî ku DYE'yê daxwaza Rûsya ya 'garantiyên ewlehiyê'' qebûl nekiribû roja pênçşemê helwest nîşan dabû.

DYE ji bo ku li ser Rûsyayê zextê bike xeta boriya gazê ya 2'yan a Nord Streamê bi kar tîne. Ji rayedarên Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê Vîctorîa Nuland bi daxuyaniyeke çapemeniyê got, ''Heke Rûsya Ukraynayê bi rengekî dagir bike, Nord Stream 2 wê pêş ve neçe.''

Xeta boriya gazê ya navborî bi rêya Deryaya Baltikê diçe ser Elmanya, pê kapasîteya neqilkirina gazê du caran lê zêdetir dibe. Proje temam bû lê hê neketiye ber xizmetê.

DYE'yê her wiha bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku roja duşemê civîneke ji raya giştî re vekirî bike.

Vê navbeynê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re bi telefonê biaxive.

Macron got, ''Pevketin an jî diyalog, ya ku wê vê bibêje Vladîmîr Pûtîn e.''

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan di RTL'ê re axivî û got, ''Niha gog li ber lingê Pûtîn e.'' Le Drîan diyar kir divê rewşa berdest neyê nixumandin û bi gotina, ''Rewş pir cidî ye'', got rîsk heye ku Moskowa Ukraynayê dagir bike.

Halê hazir bi qasî 100 hezar leşkerê Rûs li sînorê Ukraynayê ne. Rûsya tawanbariya dagirkeriyê red kir û got tehdîda berbelavbûnê ya NATO'yê heye. Rûsya dixwaze NATO di serî de li Ukraynayê, bi rengekî fermî dawî li berbelavbûnê bîne û leşkerên Rojavayî vegerin ser sînorên 1997'an. DYE û NATO jî vê daxwaza Moskowayê qebûl nakin.