Di komîsyona Komkujiya Brukselê de rola Tirkiyeyê hat nirxandin

Gumana ku dibêje, 'Rayedarên Tirk bi zanebûn yek ji kiryarên êrîşa 22'ê Adara 2016'an a li Belçîkayê El Bakraoûî radestî vî welatî nekirine û derfet dane vî kesî ji bo li Hollandayê dakeve' careke din ket rojevê.

Muşawîrê Emniyetê yê li Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Stenbolê Sebatîen Jorîs ji komîsyona lêkolînê ya li ser komkujiyê li Parlamenta Federal a Belçîkayê hat avakirin, axivî. Jorîs, li ser dema navbera Hezîrana 2015'an ku Îbrahîm el Bakraoûî hat girtin û 14'ê Tîrmeha 2015'an roja dersînorkirina vî kesî ji bo Hollandayê, bersiv da pirsan.

BINÇAVKIRINA WÎ PIŞTÎ 15 ROJAN, DERSÎNORKIRIN JÎ DI KÊLIYA DAWÎ DE RAGIHANDIN

Sebastîen Jorîs da xuyakirin, ku agahiya li ser girtina El Bakraoûî li Dîlokê piştî 15 rojan ji wan re hatiye ragihandin, yanî di 26'ê Hezîrana 2015'an de ji wan re hatiye gotin. Jorîs îdîa kir, ku pêvajoya ji vê rojê heta 14'ê Tîrmehê dema dersînorkirina El Bakraoûî ji bo Hollandayê, demeke 'tevlîhev' e û anî ziman, di vir de nebûna biryara lêgerîna li wî li qada navneteweyî, bi bandor bûye.

Jorîs li ser rola dewleta Tirk a ji bo hatina vî çeteyên DAIŞ'ê ji bo Hollandayê axivî û bibîr xist, ev çete li şûna ku ji Belçîkayê ku welatiyê vê derê ye bê dersînorkirin, ew şandine Hollandayê û ev dersînorkirin jî di kêliya dawî de ji wan re hatiye ragihandin. Jorîs diyar kir, ji ber vê yekê çeteyê daket Amsterdamê nekarî bê şopandin.

Jorîs da xuyakirin, rayedarên Tirk detayên li ser 'sûcdariyên terorîzmê' yên li El Bakraoûî dihat kirin, di dema xwe de ranegihandine.

'EGER TIRKIYEYÊ HEVKARÎ BIKIRA, EM Ê KARÎBÛNA BIKETIBÛNA NAVA TEVGERÊ'

Komîserê polîsê Belçîkayê yê ji hevkariya navneteweyî berpirsyar Peter De Bûysscher jî, bal kişand ser rola Tirkiyeyê.

De Bûysscher da zanîn, otorîteyên Tirk, agahiyên li ser biyaniyên hatine girtin û dersînorkirin gelekî bi derengî parve kirine û anî ziman, ev yek jî li şûna bi rêya polîsan, bi rêya nûnertiyên dîplomatîk kirine. De Bûysscher diyar kir, ragihandina van agahiyan bi rêya konsolosxaneyê, rê li ber derengmayîneke gelekî mezin vedike.

Peter De Bûysscher rayedarên Tirk sûcdar kir û got, eger di dema xwe de agahî hatibûya dayîn, wê li dijî El Bakraoûî biketibûna nava tevgerê.

GOTINÊN ERDOGAN GUMAN ZÊDE KIRIBÛ

Roja 22'ê Adara 2016'an, di êrîşên xwekujî yên çeteyên DAIŞ'ê Khalîd el Bakraoûî û Najîm Laachraoûî yên li metroya Brukselê û Balafirgeha Zaventanê de, 32 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Lê belê çend roj beriya vê komkujiyê, dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan, ji ber konê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Brukselê hatibû vedan, Belçîka kir hedefa xwe û bi teqîna bombeyan li Belçîkayê gef xwaribû.

Erdogan gotibû, "Li Brukselê yan jî li bajarekî din ê Yekîtiya Ewropayê, ti sedem nîne ku bombe neteqin. Ev yek mîna dansa li zeviyê mayînan e. Hûn mar xwedî dikin. Ew marê hûn xwedî dikin dibe ku bi we jî vede. Dema ku bombe li bajarên we teqiyan, hûn ê hingî fêhm bikin, bê em çi hîs dikin. Lê belê wê hingî dereng be."