Di keştiya penaberan de şewat derket: Herî kêm 40 kes mirin

Di keştiya penaberan a ku ji Haîtî ber bi Greva Turks û Caicosê ve bi rê ket de, şewat derket. Di encama şewatê de herî kêm 40 kes mirin.

Di keştiya penaberan de ku ji Haîtê bi rê ket de, şewat derket û di encamê de 40 penaber jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ragihand ku di keştiyê de zêdetirî 80 penaber hebûn û 40 ji wan di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku keştî ji Fort Saînt-Mîchel a li bakurê Haîtî ber bi Giravên Turks û Caîcosê ve diçû. Bûyer roja Çarşemê 17 'ê Tîrmehê rû da. Hêzên Parastina Peravê ya Haîtî karî 41 penaberên di keştiyê de rizgar bike.

IOM'ê, diyar kir ku penaberên hatine rizgarkirin girtine bin ewlehiyê û 11 kesên birîndar jî rakirine xweşxaneyê.