BI DÎMEN

Yilmaz Guney li Parîsê hat bibîranîn

Hunermend Yilmaz Guney li Parîsê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Hunermendê Şoreşger Yilmaz Guney ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, di 40’emîn salvegera wefata xwe de li Goristana Pere-Lachaise ya li paytexta Fransa Parîsê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Çalakiya bîranînê bi beşdariya CDK-F, ACTÎT, ADHK-Parîs, BÎR-KAR, ODAK, PARTÎZAN û PDD'ê pêk hat.

Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: "Goristana Pere Lechaîz a Parîsê ku gora Yilmaz Guney lê ye, goristaneke xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Cenazeyê hunermendê me yê din Ahmet Kaya jî li vir e. Bîrdariya ku hovîtiya kampên komkirinê yên faşîzma Hîtler jî li vir e. Her wiha ev bîrdarî bîrdariya komunarên Parîsê ye jî.”

Di merasîmê de bîranînên Yilmaz Guney hatin vegotin. Bîranîn bi stranên hunermendên Tev-Çandê bi dawî bû.

Çalakiyên bîranînê yên Yilmaz Guney wê di 21'ê Îlonê de bi pêşandana sînevîzyonê dewam bikin.