Li Ûkraynayê di êrîşa Rûsyayê de 51 kes mirin

Li bajarê Poltava yê Ûkraynayê, di êrîşa fuzeyî ya Rûsyayê de ku li dijî enstîtuyeke leşkerî hate kirin, herî kêm 51 kes mirin, 271 jî birîndar bûn.

Êrîş li bajarê Poltavayê qewimî ku bi 300 kîlometreyî li rojhilatê Kîevê ye û beriya ku bê dagirkirin nifûsa xwe nêzî 300 hezar kes bû.

Serdozgeriya Ûkraynayê piştî êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encamê de 51 kes mirin, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.

Waliyê herêmê Fîlîp Pronîn jî got, "Dibe ku 18 kes di binê xirbeyê de ma bin."

Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmî Zelenskiy êvarê li ser înternetê axivî û diyar kri ku karên lêgerînê ji bo kesên di binê xirbeyan de mane dewam dike û heta niha 271 kes birîndar bûne.

Nivîskarên blogê yên navdar û rayedaran diyar kirin ku komek ji leşkeran ên ji bo merasîmekê li hev kom bûbûn, bûn hedefa êrîşê. Piştî êrîşê fermandariya leşkerî ya Ûkraynayê bi zimanekî tund hate rexnekirin.

Serokdewlet Zelenskiy ragihand ku du fuzeyên balîstîk li saziyeke perwerdeyê û nexweşxaneyek li nêz ên li Poltavayê ketin.

Serokkomar got, "Yek ji avahiyên Enstîtuya Ragihandin ji hin aliyan ve hilweşiya. Di binê enqazê de mirov hene."

Serokê DYE'yê Joe Bîden jî 'xemgîniya' xwe ya ji ber êrîşê anî ziman û 'bi gotinên herî xurt' êrîş şermezar kir.

Wezareta Parastinê îdîa kir ku di dema êrîşê de li derve merasîm nehatibû kirin.

Serokkomarê Ûkraynayê diyar kir ku wî ferman daye ku 'şert û mercên bûne sedema êrîşa Rûs bi giştî û bi lez bê lêkolîn'.

Kîevê careke din bang li hevalbendên xwe yên Rojavayî kir ku bi lez sîstema parastina hewayî hîn bêhtir bişînin û destûrê bidin Ûkraynayê ku karibe fuzeyên menzîldirêj ên digihêjin xaka Rûsyayê bi kar bîne.