BI DÎMEN

Li Viyaneyê şehîd hatin bibîranîn

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Dijwar Qamişlo (Metîn Dince), Orhan Bîngol (Alî Dînçer), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Baran Nisêbîn (Mihemed Sari) ên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li paytexa Awsuturya Viyanayê hatin bibîranîn.

Ji bo bîranîna gerîlayên Azadiya Kurdistanê Dijwar Qamişlo (Metîn Dince), Orhan Bîngol (Alî Dînçer), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Baran Nisêbîn (Mihemed Sari) ên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li paytexa Awsuturya Viyanayê çalakî hat lidarxistin. Malbata Dijwar Nisêbîn û gelek Kurdistanî tevlî çalakiya bîranînê bûn ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Agirî Kobanê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Berxwedana qehremanî ya gerîlayên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Lê mixabin di van berxwedanan de şehadet jî çêdibin. Hevrêyên me fermandar Orhan, Dijwar, Botan û Tekîn jî tevlî karwanên şehîdan bûn. Ev gerîlayên qehreman bi salên dirêj li her derê Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan, derbeyên mezin li dijmin dan û şehîd bûn. Em gelê welatparêz ê Kurdistanê şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku Rêber Apo azad bikin û ji bo welatekî azad çi ji destê me were bikin.”

Piştre li ser navê DEM-KURD jî axaftin hate kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.