Êrîşî konvoya qeymaqamtiya Derayê hate kirin: 6 kes birîndar bûn

Wezareta Karên Hundirîn a Hikumeta Şamê ragihand ku roja Çarşemê dema konvoya qeymeqamtiya herêma Dera ya başûrê Sûriye li ser rê bû, bombeyek teqiya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundirîn di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di encama teqîna teqemeniyeke ku ji aliyê komeke terorîst ve li wîlayeta Derayê hatibû bincihkirin de 6 kes bi sivîkî birîndar bûn.”

Wezaretê diyar kir ku êrîş li dijî konvoya ku qeymeqamê Derayê, sekreterê partiya Baasê yê şaxê Derayê û midûrê polîsan tê de bûn, pêk hatiye.  

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa ku bi bombe û mîtralyozê li rojhilatê Derayê pêk hat de 5 polîs birîndar bûn.