Iraqê 12 helîkopterên şer kirîn

Iraqê ji bo kirîna 12 helîkopterên şer ên bi modela Caracal H225M li gel şîrketa Ewropî Airbus Helicopters ku hilberîna balafiran dike, peymanek îmze kir.

Nûnerê Airbs Helicoptersê û generalekî ji Hêzên Hewayî ya Iraqê li Bexdayê di merasîma îmzekirinê de hatin li ba hev. Her wiha Wezîrê Parastina Iraqê Thabet el- Abbasî û Sefîrê Fransaya Patrick Durel jî tevlî merasîmê bûn.

Dîrektorê Airbus Helicoptersê Arnaud Montalva ji AFP’ê re ragihand ku peyman di çarçoveya teslîmata 12 helîkopterên bi modela H225M de hatiye îmzekirin û Montalva anî ziman ku wê helîkopter di destpêka sala 2025’an de werin teslîmkirin lê belê teslîmat wê di nava çend mehan de pêk werin. 

Buhayê peymanê ji raya giştî re nehate eşkerekirin. Sefîrê Fransayê Patrick Durel piştî merasîmê axivî û got: ‘’ Merasîma îro encameke hevdîtin û danûstandinên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mohamed Şîa El Sûdanî ye. Em kêfxweş in ku em bûne wesîle ku Iraq serweriya xwe xurttir bike.’’ 

Fransa û Iraq tim xwestekên xwe yên bihêzkirina  hevkariya parastina xwe tînin ziman.  Her wiha Fransa di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de weke endameke koalîsyona navneteweyî ya di bin serokatiya DYE’yê de leşkerên xwe dişîne Iraqê. 

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku ev peyman demeke kurt piştî lihevkirina di navbera dewleta Tirk û Iraqê de hate îmzekirin.