Li Çînê bagera super: Zêdeyî 400 hezar kes hatin veguhestin

Rayedarên girava Hainan a mezin a li başûrê Çînê diyar kirin ku ji ber nêzîkbûna bagera super Yagi, weke tedbîr 419 hezar kes veguhestine.

Çîn xwe ji bagera herî xurt a deh salan amade dike ku wê li peravên başûrê welêt bixe. Li gorî buroya meteorolojiyê ya eyaletê, tê payin ku Yagi roja Înê piştî nîvro li Hainan ku navendeke tûrîzmê ye û eyaleta cîran Guangdongê bigihêje qada bejahî.

Wezareta Çavkaniyên Avê roja Pêncşemê li herdu eyaletan tedbîrên rewşa lezgîn ên li hemberî lehiyê derxist asta herî bilind a sêyemîn.

Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû got, "Tê payin ku Yagi ji sala 2014'an û vir ve bagera herî xurt be ku li peravên başûrê Çînê bixe û bibe sedema lehiyê."

Li gorî daneyên NASA'yê, bagera Yagi bi bayê xwe yê bi 240 km'yî saetê di asta bahozeke ji kategoriya 4'emîn de ye.

Bagera Yagi şeva Pêncşemê bi 400 kîlometreyî dûrî Hong Kongê derbas bûbû û bûbû sedema barana zêde.

Borsaya Hong Kongê roja Înê hate betalkirin, dibistan hatin girtin û veguhestinên girseyî hatin kêmkirin. Rayedaran diyar kirin ku sê kes birîndar bûne, lê belê xisara li herêmê bûye kêm e. Barana zêde roja Înê jî li bajêr bariya.

Tê payin ku Yagi piştî başûrê Çînê ber bi Vietnamê ve biçe, roja Înê bandorê li herêmên bakur û bakur-navîn ên li derdora Kendava Halongê bike ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNECSO de ye.